Li ber şaredariya Bêrecûkê protesto: Mehmet Bagît îstifa bike

Bi sedan kesên li ber Şaredariya Bêrecûkê hatin bahev, li Mehmet Begît ê vîna gel tune hesiband bi gotina “Begîtê diz îstîfa bike” bang lê kirin.

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Bêrecûk a Rihayê Mehmet Begît ê di hilbijartinên herêmî de ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) weke şaredar hatibû hilbijartin di 29’ê nîsanê de îstîfa kir. Bertekên li dijî Mehmet Begît berdewam dikin.

Bi sedan kesên ku Hevşaredara DEM Partiyê Bêrîvan Îlkaya Manas û parlamenterê Rihayê Omer Ocalan jî di nav de li ber şaredariyê hatin bahev û daxuyanî dan. Tevî astengiya polîsan jî dirûşma “Begîtê diz îstîfa bike” hate berzkirin. Her wiha dowîzên “Ji xespa vînê re na, îstîfa bike” , “Ji diziyê re prîm nîne” , “Şaredarî ya gel e, dê wiha bimîne” û “Gel hat ku ya mafê wî ye bigire” hatin hilgirtin.

‘Vî kesî dema fêm kir nikare diziyê bike, îstîfa kir’

Hevşaredar Bêrîvan Îlkay Manas, bi gotina “Li Bêrecûkê 22 hezar deng hatine dizîn. Ev diziyeke ku kêm tê kirine” bertek nîşanî Mehmet Begît da û ev tişt got: “Ev şaredarî ya gel e, hûn nikarin bi derewan bidizin. Hûn nikarin bi siyaseta derew û alan bidizin. Bi awayekî birûmet tevbigere û îstîfa bike. Çareseriyeke din a vî karî nîne. Vî kesî rayeya firotina mal û milk, dikan û erdên şaredariyê xwest û endamên me yên Meclisê qebûl nekirin. Di DEM Partiyê de destûr nehate dayîn ku hin kes weke şaredarên AKP’î tevbigerin. Vî kesî çawa ku fêm kir nikare li DEM Partiyê diziyê bike, îstîfa kir.”

‘Alê ji xwe re dike qilif’

Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Bekîr Karakeçîlî jî banga “bi rûmet be, îstîfa bike” li Mehmet Begît kir û got: “Partiya me destûrê nade dizî û rantê. Begît di wijdana gel de dizeke. Sedemê îstîfakirina Begît ne al an Ataturk e, ji ber nikare diziyê bike îstîfa kir. Ji bo ku diziyê bike alê ji xwe re dike qilif. Heke biçekê rûmeta te hebe dê îstîfa bikî û rêveberiya şaredariyê dewrî gelê Bîrecîkê bikî.”

‘Gel dengê xwe da DEM Partî’

Mûrat Karadaş ê ji gundê Mezrali yê ku gundê Begît e tev li daxuyaniyê bû jî wiha got: “Gel deng neda te da DEM Partiyê. Tu dibêjî me qezenc kir, îstîfa bike em dîsa bikevin hilbijartinê. Dengê tu digirî 200 in. Te Mezrayî tune hesibandin. Ji bo ku tu biçî partiyên din planê dikî. Ji bo şeref û rûmeta Begîtan û Mezrayiyan îstîfa bike. Ez li Mezrayê rûdinim û 25 sal in deng didim vê partiyê. Te dengê min tune hesiband. Dayika min di nav nivînan de bû min bi wî halî bir ku deng bikarbîne. Dê guneha dayika min stuyê kê de be? Divê Begît ji aliyê malbata xwe ve were dûrxistin. Niha kesên piştevaniya Begît dikin ewên ku deng nedane DEM Partiyê ne.”