Li Başûrê Kurdistanê di 4 mehan de 10 jin hatin qetilkirin!

Li Başûrê Kurdistanê di nava 4 mehên dawî de 10 jin hatin qetilkirin û 9 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên ku ji aliyê ajansa Rojnewsê ve hatine berhevkirin, di nava 4 mehên îsal de (Çile, Sibat, Adar, Nîsan) li Başûrê Kurdistanê 10 jin hatine qetilkirin û 9 jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî vê, di meha Çileyê de li sînorê Silêmanî, Hewlêr û Pênciwênê 3 jin hatine qetilkirin û 2 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha di meha Sibatê de li sînorê Silêmanî û Hewlêrê 3 jin hatine qetilkirin û jinek jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest daye. Di meha Adarê de jî li Îdareya Soran, Akrê û Ranyayê jinek hatiye qetilkirin û 2 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di meha Nîsanê de jî li bajarokê Bazyan, bajaroka Mexmûr, Akrê, Îdareya Soran û Hewlêrê jî 3 jin hatine qetilkirin û 4 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane. Hêjayî gotinê ye ku par li gor daneyan li seranserê Herêma Kurdistanê 39 jin hatibûn qetilkirin.

Ji vê hejmarê 7 jinan bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dabûn. Serokwezîrê demborî yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji roja bûyî serokwezîr heya niha, rê nedaye ku daneyên kuştin, tundî û zilma li ser jinan bi awayek rast bên belavkirin. Ji ber ku rê li kuştinên jinan nayê girtin, di dadgehê de destwerdan tê kirin, bûyerên kuştinên jinan jî dewam dikin.