Li Başûr 13 hezar û 17 giliyên tundiya dijî jinan hatine tomarkirin
Rêxistina Alîkariya Zagonî ya Jinan bi daxuyaniyekê ragihand ku di sala 2024’an de li Herêma Kurdistanê bi giştî 13 hezar û 17 giliyên tundiya dijî jinan hatine tomarkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Alîkariya Zagonî ya Jinan li otêla Ramada ya Silêmaniyê di salvegera derketina zagona têkoşîna li dijî tundiya malbatê ya li parlamentoya Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyek a çapemeniyê rapora çavdêriya bicihanîna zagona têkoşîna tundiya dijî malbatê, parve kir.
‘Nabe em pirsgirêkên civakî ji bîr bikin’
Parêzera rêxistinê Gona Mecîd di daxuyaniyê de axivî û got: “Tevî hebûna rewşa niha ya siyasî û nedayîna mûçe, nabe em pirsgirêkên civakî ji bîr bikin. Zagon pirsgirêke û me xwestiye ev zagon ji bo ku zêdetir xizmeta civakê bike, were sererastkirin. Di sala 2024’an de li Rêveberiya Tundiya Dijî Malbat û Jinan ya Herêma Kurdistanê, bi giştî 13 hezar û 17 giliyên tundiya li dijî jinan hatine tomarkirin. Herwiha li Rêveberiya Zayendî ya Herêma Kurdistanê jî bi giştî 63 gilî hatine tomarkirin.”