Li Bakurê Xezayê 400 hezar Filistînî asê mane

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 400 hezar Filistinî li bakurê Xezayê asê mane û Îsraîlê êrîşên xwe zêde kiriye.

Navenda Nûçeyan – Ajansa Alîkarî û Xebatan a Neteweyên Yekbûyî ji bo penaberên Filistînê ji Rojhilatê Nêzî (UNRWA) diyar kir ku 400 hezar Filistînî li bakurê Zîvala Xezayê asê mane.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rayyedarên Îsraîlê bi fermanên dawî yên tehlîyeyê dîsa mirovan neçarî koçberiyê dikin. Hat diyarkirin ku li bakurê Zîvala Xezayê 400 hezar Filistînî asê mane û hat parvekirin ku cihekî bi ewle tune ye.

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de, der barê mijarê de hat diyarkirin ku gelên herêmê ji nû ve koçkirinê qebûl nakin û wiha hat gotin: “Ji ber ku li Xezayê cih tune ye hewcedariyên bingehîn hema hema nemane.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xwarin tune ye û ji ber vê yekê birçîbûn dîsa zêde bûye.”