Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin û azadî – ÇAVDÊRÎ
Di serdana min a li herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, asta rêxistinbûna civakî û siyasî ya li herêmê bala min kişand. Jin li van herêman wek aktorên sereke û bi bandor di hemû aliyên jiyanî de derdikevin pêş.

RAMA XELEF
Li van herêman yek ji taybetmendiyên herî berbiçav, hebûna xurt a saziyên bi karûbarên jinan ve girêdayî ye. Wek Meclîsa Parastina Jinan û Mala Jinan. Her wiha dabeşkirina ofîsên jinan di nava piraniya saziyên hikûmetê de. Ev hebûna sazûmaniyê ne tenê bi rengekî sembolîk ve sînordar e, ew ji bo destekkirin û bihêzkirina jinan a di hemû astan de nîşan dide. Ev hesteke ewlekarî û pêbaweriyê ji jinan re peyda dike.
Tiştê ku vê ezmûnê ji hev cuda dike, jin ne tenê di parastin û temsîlkirinê de, di biryarên siyasî û civakî de jî hevparên rast in. Ew di encûmenên xwecihî û hêzên parastinê de amade ne û beşdarî çalakiyên siyasî, civakî û çandî dibin. Di heman demê de tevlîbûna wan a çalak a di konferans û diyalogên neteweyî de jî derdikeve pêş. Jin li van herêman xwedî azadiya ramanên xwe ne û ew beşeke ji tevna giştî ya yekbûyî ya bi awayekî berfireh têgeha hemwelatîbûn û xwedîtiyê ji nû ve diguherîne.
Tevlîbûna jinan a di warê leşkerî de
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî çalak beşdarî qada leşkerî û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bûne, di şerê li dijî DAIŞ’ê de roleke sereke lîstine. Her wiha jin beşek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûn. Beşdariya wan ne sembolîk bû. Wan çek hilgirtibûn û ji bo rizgarkirina herêmên weke Kobanê, Reqa û Minbicê şer kirin û di eniyên şer de jî rola pêşengiyê girtin ser xwe. Ev ezmûn hêza jinan a parastina civaka xwe îsbat kiriye û di aştî û şer de hebûna xwe mîna hêzek bi bandor ava kirine.
Rewşa jinan a hiqûqî û siyasî
Ji aliyê qanûnî ve, Rêveberiya Xweser zagonên ku wekheviya zayendî misoger dike, derxistiye. Di nava van zagonan de "Zagona Jinan" ku armanca wê bidawîkirina cureyên cudakarî û tundiya li ser bingeha zayendî ye jî heye. Di rêziknameya navxweyî ya saziyan de jî prensîba temsîliyeta wekhev "Pergala Hevseroktiyê" di cihên serokatiyê de destnîşan kiriye. Di vê pergalê de beşdariya jinan a di cihên biryardayînê de, misoger dibe.
Ev zagon bi perwerdekirin, hişyarkirina civakê û xebatên meydanî yên ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan ve tên çalakkirin. Ev jî di bihêzkirin û azadkirina jinan de cîh digre.
Adet û kevneşopiyên li herêmê
Di warê adet û kevneşopiyê de, min dît ku di navbera van herêman û herêmên din ên Sûriyeyê de di warê nirxên civakî, rêzgirtina ji kesên mezin re, girîngiya têkiliyên malbatê û nirxdayînê de, girêdanek heye. Lê di warê pîrozkirina cejnan û betlaneyan de hinek cudahî hene. Rê û rêbazên pîrozkirina Newrozê ji bo Kurdan wek cejneke neteweyî ye, wan ji herêmên din cudatir dike. Her wiha cil û bergên kevneşopî yên jinan jî xwedî taybetmendiyên cuda ne. Piraniya wan bi reng û sembolên çandî tên xemilandin.
Taybetmendiyên çandî, vebûna civakê û qebûlkirina kesên din di nava van herêman de diyar bû. Ji ber ku pêkhateyên cihêreng ên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr li van herêman bi hev re di nava jiyana wekhevî û adil de dijîn. Ev yek hişmendiyeke kolektîf nîşan dide ku dixwaze nasnameyên teng derbas bike û civakeke piralî ava bike.
Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê beşek ji civakê ne, di navenda avakirina civakî û siyasî de jî cîh digrin. Tecrubeya jinan a li van herêman hem di warê beşdariya siyasî û hem jî di warê mafên civakî û qanûnî de ji bo bihêzkirina jinan modelek e. Parastina kevneşopiyan û vekirina derî li ber guherîn û vebûnê, di navbera modernîteyê û nasnameya çandî de hevsengiyek şaristanî çêkiriye.