Li Amedê milyonek kes bû yek deng: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
Li Newroza Amedê ji milyonek zêdetir kes bi yek dilî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman û girseya gel li qadê provaya pîrozbahiyên hilbijartina 31’ê Adarê kir.
Amed – Li Amedê di pîrozbahiya Newrozê ya ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat lidarxistin de coşa gel qet ranewestiya. Milyonek zêdetir kesên beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaz kirin bûn yek dil. Ji Amedê coşek mezin belavî hemu Kurdistanê bû, her wiha girse provaya pîrozbahiyên hilbijartina 31’ê Adarê jî kir. Di mitingê de gınved, dirûşim û bi taybetî jin bi cil û bergên xwe reng dan qadê.
'Em li gel deklarasyona Ocalan in’
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan axivî. Tuncer Bakirhan, di serî de Newroza sed hezaran kesan pîroz kir. Tuncer Bakirhan, bi domdarî Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an a Amedê de hatibû qetilkirin bi bîr xist û got ku ew kujerên wî nas dikin û dê hesabê jê bipirsin. Bakirhan, bi domdarî bal kişand ser deklarasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza 2013’an û ev tişt anî ziman: “Ew deklarasyon, deklarasyona jiyaneke demokratîk, aştiyane û wekhev a 86 milyon hemwelatiyên Tirkiyeyê bû. Lê mixabin kesên şerxwaz û dijminatiya kurdan dikin, ji bo aştî neyê vî welatî ew deklarasyon nas nekirin. Weke DEM Partiyê em li gel wê deklarasyona aştiyê ya birêz Oalan in. Bi vê wesîleyê em Newroza birêz Ocalan û hevalên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de pîroz dikin.”
Tuncer Bakirhan, bi domdarî bal kişand ser coş û qelebalixiya qada Newrozê û got: “Heta çend sal berê rayedarên hikûmetê digotin; ‘kanî ciwan?’Ciwan il vir in, li Amedê ne li vê qada Newrozê ne. Ciwanên hêja; van digotin ‘taqeta van nema ye.’ Vaye ji we re taqet vaye ji we re sekn, vaye we ji we re berxwedan. Ez bejna xwe li ber vê sekn û berxwedêriya jin û ciwanên Amedê ditewînim.
‘Hûn nikarin bi milyonan kes hefs bikin’
Gelê me yê hêja; li Enqereyê dîsa hesabên qirêjî dikin. Bi tifaqa JÎTEM’ê, bi tifaqa gur, bi tifaqa dijkurd hesabên qirêjî dikin. Em ji kesên li Enqereyê hesabên qirêjî dikin re dibêjin ku heke hesab li qesrê be, terazî jî li Amedê ye, Newroza Amedê ye. Em dibêjin hesabên xelet nekin, dê ew hesab ji Newroza Amedê vegerin.
Ev bû 3 sal polîtîkaya tecrîdê dimeşînin. Hûn nikarin îradeya milyonan hefs bikin. Hûn nikarin daxwaza aştî û demokrasiyê ya milyonan kesan bixin hucreyê. Ya herî baş ew e ku hûn guh bidin daxwaza milyonan. Em ji we re dibêjin ku li şûna şer, çareserî. Heke navnîşana çareseriyê bixwazin jî vaye pir nêz e, li Girava Îmraliyê ye.
Bi tifaqa JÎTEM’ê derketine pêşiya me. Mehmet Agar li Xarpêtê, Tansu Çîller li Stenbolê. Berdevkiya vê tifaqa JÎTEM’ê dikin. Yên ku di vê hilbijartinê de bi Mehmet Agar û Tansu Çîllerê wêneyan dikişînin, salên 90’î tînin bîra kurdan û balê dikişînin ser cînayetên kiryarnediyar. Gelo dê ciwanên Amedê rê bidin vê tifaqa JÎTEM’ê? Dibêjin qey em ê serî bitewînin. Lê hûn çi bikin jî ev gel dê serî netewîne.
‘Em ê bersivê bidin’
Ji guftûgo û muzakereyan direvin û îradeya çareseriyê tecrîd dikin. Siyasetmedarên kurdan digirin û dibêjin ‘em ê operasyonên mezin ên leşkerî bikin.’ Operasyonên mezin tên wateya mirinan. Tê wateya şer, xizanî û krîzan. Em careke din li vir bang dikin; lêçûnên vî şerî ji bo aştî, guftûgo û muzakereyan xerc bikin. Pêşeroja vî welatî di şer de nîne. Pêşeroj di aştiyê de ye. Derdê van ne kurd, tirk û gelên din e. Derdê wan şer, rant û mirin e. Em ê bi hev re bersivê bidin van kesên li ser şer rantxwiriyê dikin.
Bila Tifaqa Kurd-Tirkan bê nûjenkirin
Dixwazim çendek bangawaziyan bikim; ya yekemîn ji bo îktîdar û dewletê ye. Hûn nikarin bi şer, girtîgeh û bêstatutiyê vî gelî ji rêya wan bikin. Vaye qad, vaye îradeya gel. Lewma em bang dikin ku tavilê li şûna şer, tifaqa kurd û tirkan nûjen bikin.
Ya duyemîn; dîsa em bang li îktîdar û derdorên civakî dikin. Du rê li pêşiya Tirkiyeyê hene; an şer e an jî aştî û demokrasî ye. Em bang li derdorên civakî dikin ku ji bo aştî û demokrasiyê têkoşînê mezin bikin.
Ya sêyemîn; di serî de divê hûn tavilê li Meclisê dev ji gotina ‘zimanê nayê zanîn û teroristanê’ berdin. Ji zimanê kurdî ku ev 13 sal in li ser vê xakê dijî re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ û ji welatê kurdan Kurdistanê re jî dibêjin ‘teroristan.’ Tavilê vê siyasetê biterikînin. Hûn mecbûr in rastiya kurd, rastiya Kurdistanê fêm bikin û nas bikin.
Ya çaremîn; ez bang li bindest û muxalefetê dikim. Di meseleya kurd de dilwêrek bin. Rastiyan bibêjin. Divê muxalefet li pey helwesta zextker a îktîdarê nekeve û di meseleya kurd de bêhtir xwedî li azadî û demokrasiyê derkeve. Li dijî şer werin em bingeheke mezin a aştiyê ava bikin.
Yekîtiya Kurdan
Ya pêncemîn; ev banga min ji bo kurdan e. Ji her bihosteke xaka Kurdistanê re dibêjin ‘teroristan.’ Ji Silêmaniyeyê heta Dihok û Kobanê, li her aliyên Kurdistanê topan dibarînin. Anku dijminên her çar parçeyên Kurdistanê ne. Lewma bang li hemû avadaniyên kurdan ên li çar parçeyan dikim; ma heke îro roja yekitiya neteweyî nebe wê demê kengî ye? Heke em yekitiya xwe ava bikin, dê bikarin peşiya operasyon û şerê li dijî kurdan bigirin. Divê kurd yekitiya xwe ava bikin û astengiyên li pêşiya vê rakin.
Têkoşîna şoreşgerî
Ez herî dawî jî bangî derdorên şoreşger, çepgir, sosyalîst û demokrat ên Tirkiyeyê dikim; em mecbûr in têkoşîneke hevpar a mezin ava bikin. Nîviya Tirkiyeyê di bin sînorê birçîtî û xizaniyê de dijî. Nîvî jê nikare ziman û baweriya xwe bijî. Ji bo daxwazên van tevan bên qebûlkirin, divê derdorên çep û demokratîk li ser zemîneke şoreşger bên gel hev.”
Pîrozbahî bi dawî bû
Di pîrozbahiya Newrozê de coşa li qadê kêliyekî jî nesekinî. Di pîrozbahiyê de hem naveroka peyamên ku siyasetmedaran di axaftinên xwe de dan û hem jî dirûşmên girseyê berzkirin azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate xwestin. Newroza Amedê bi gotina stranên hunermend Mîkaîl Aslan û Arhat bi dawî bû. Girseya bicoş a li qadê, tevî barîna baranê li gel stranan govend gerand û keyf kirin.