Li Amedê jin dest bi nobeta edalet û bîrê dikin

Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê, ji bo protestokirina kuştinên jinan û mirinên gumanbar ên jinan, ji 6'ê Cotmehê û pê ve li ber Edliyeya Amedê dest bi "Nobeta Jin, Edalet û Bîrê” dike.

Navenda Nûçeyan- Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê, li hemberî kuştina jinan û mirina bi guman a jinan dest bi "Nobeda Jin, Edalet û Bîr” dike. Nobeta ku wê ji 6'ê Cotmehê û pê ve her roja Sêşemê li ber Edliyeya Amedê bê girtin, dê 10 heftiyan daxwazên jinan ên ji bo mafê jiyanê, edalet û rastiyê bîne ziman.

Daxuyaniya têkildarî nobetê ji aliyê Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Îrem Îlhan ve hate xwendin. Îrem Îlham, diyar kir ku mirinên jinan carna weke "xwekuştin", "qeza" yan jî "mirina bi guman" têne pênasekirin û baş nayê pirsyarîkirin û wiha got: “Divê kuştina jinan weke bûyerên kêmcaran rûdayî neyê dîtin û divê bi tundiya li nava malê, gefxwarin, şopandina bi israr, peydakirina çekê, bicihneanîna biryarên parastinê, nemeşandina lêpirsîna bi bandor û bêcezahiştinê bê nirxandin.”

Wê her hefte qala jiyana jinên ku hatine kuştin bê kirin

Hate ragihandin ku di çarçoveya nobetê de wê her hefte qala jiyana jinên hatine kuştin bê kirin û pirsên bê bersiv ên di dozan de bînin rojevê. Îrem Îlhan, anî ziman ku nobet wê ne tenê ji bo cezakirina kiryaran be, di heman demê de wê hesabdayîna saziyên erkdar û wezîfedaran be ku di mijara parastina jinan de berpirsyariya xwe bi cih neanîne.

Banga beşdariya li nobetê

Tora Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Amedê, bang li rêxistinên jinan, rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan, saziyên demokratîk û welatiyan kir ku beşdarî nobeta wê di 6'ê Cotmehê de destpê bike, bibin.