Li Amedê civîna ‘Jin li ser Aştiyê diaxivin’ tê pêkanîn
Li Amedê civînek bi navê “Jin li ser Aştiyê diaxivin” hate lidarxistin. Di civînê de ezmûnên welatên cuda û rola jinan di pêvajoyên aştiyê de hate nîqaş kirin.
AMED – Civîn ji hêla Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dîyarbekirê (DTSO), Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatoliyê û Enstîtuya Pêşketina Demokratîk (DPI) ve hat organîzekirin û li otelekê li nav bajar hate lidarxistin.
Endama Lijneya DTSO Seda Yilmaz Berekatoğlu di axaftina vekirinê de bal kişand ser girîngiya rola jinan di pêvajoyên aştiyê de û diyar kir ku jin yek ji hêmanên bingehîn ên pêşkeftina civakî ne.
“Jin di siyaset û aboriyê de jî biryardarin”
Seda Yilmaz Berekatoğlu diyar kir ku ev civîn careke din girîngiya rola jinan nîşan dide û got:
“Ev civîn nîşan dide ku jin ne tenê di jiyana civakî de, lê di heman demê de di siyaset û aboriyê de jî rolên biryardar dilîzin.”
Wê herwiha zêde kir ku parvekirina ezmûnên welatên cuda dê beşdariyek girîng li hewildanên herêmî bike.
Seroka Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatoliyê Özlem Külahci Tanaman jî di civînê de axivî. Tanaman diyar kir ku ew ji bo nîqaşkirina mijara girîng a aştiyê li hev civiyane û got:
“Divê ev welat êdî li ser aştiyê biaxive, ne li ser pevçûnê.”
Tanaman bi bîr xist ku pêvajoyên li welatên wek Îrlanda, Afrîkaya Başûr û Kolombiyayê nîşan didin ku nakokiyên dirêj tenê bi rêya diyalog û danûstandinê têne çareserkirin û got:
“Li tu derê aştî bi rêbazên leşkerî nehatiye avakirin. Aştî bi diyalog, têgihîştina hevbeş û lihevhatina civakî tê sazkirin.”
Rola jinan di pêvajoyên aştiyê de
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî di axaftina xwe de girîngiya civînê xêzkir û got:
“Ev civînek pir hêja û girîng e. Pêdivî ye ku berdewamiya vê civînê were mîsoger kirin. Ev ji bo me berpirsiyariyek dîrokî ye, hem di asta şaredariyê de û hem jî di asta bajar de.”
Bucak diyar kir ku herêm bi salan e pêvajoyên aştiyê û danûstandinê ceribandiye, lê ev hewildan pir caran bi ser neketine. Wê herwiha got ku tevî vê yekê daxwaza aştiyê her dem berdewam bûye.
Serra balkişand li ser rol û mîsyona jinan di aşitiyê de wiha got: “Aştî ne tenê bêdengkirina çekan an jî bidawîkirina pevçûnan e; di heman demê de avakirina jiyanek dadperwer û ekolojîk ji bo her kesî ye. Jin di van pêvajoyan de rolek girîng dilîzin. Ew pêvajoyên ku ji hêla jinan ve têne rêvebirin, bi gelemperî mayîndetir û aştiyane dibin.”
Herwiha diyar kir ku ezmûna jinan di pevçûnên dirêj ên herêmê de pir kûr û berfireh e û tewra di şertên herî dijwar de jî jinan karîne rêyên aştiyê vekin.
Di bernameyê de, Jane Morrice, endama damezrîner a Koalîsyona Jinên Bakurê Îrlandayê û cîgira serokê meclîsê ya berê, û herwiha rojnamevan û pispora civaka sivîl Emma DeSouza dê li ser mijara “çareserkirina nakokiyan û rola civaka sivîl” nirxandinên xwe pêşkêş bikin.