Li Şengalê têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk semîner

Ji bo pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê li Meclisa Gel a Xanesora Şengalê semînerek li dar xist.

Şengal – Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê derbarê pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, li Meclisa Gel a Xaneseroê semînerek li dar xist. Semîner bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê destpê kir.

Di semînerê de Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê Avesta Êzidî axaftineke kurt kir û diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan wek jinên ciwan çi bikeve ser milê wan dê bikin û got ku heta Serokê wan azad nebe ew jî azad nabin.

Piştî axaftinê nameya Ocalan ku di 8’ê îlonê de ji civaka êzidî re şandibû hat xwendin. Piştre sînevîzyona nirxadina Ocalan a li ser civaka êzidî kirî, hat guhdarkirin.

Semînera ku ji hêla yekitiya jinên ciwan hatibû lidarxistin, bi vegotina stranên Koma Stiya Nexşa a Çand û Hunera Şengalê bidawî bû.

‘Rêya azadiyê fikrê Rêbertî ye’

Derbarê pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, jinên tev li semînerê bûne ji ajansa me re axivîn.

Endama Meclisa Jin a Zorava Nesrîn Zorava diyar kir ku wek jin ji bo piştgirî bidin pêvajoyê çi ji destê wan were dê bikin û wiha got: “Ev pêvajo ji bo hemû civakên bindest e. Wek jinên ciwan çi ji destê me bê em ê ji bo pêvajoyê bikin. Em wek civaka Êzidî dixwazin Rêbertî bi fîzîkî azad be û ji bo pêkanîna vê jî dê çalakî û têkoşîna me bidome. Ji hêla din ve Rêbertî di her nirxandina xwe de dibêje bila jin xwe perwerde û bi rêxistin bikin. Daxwaza me jî ji jinên êzidî ew e ku xwe bi fikrên Rêbertî perwerde û bi rêxistin bikin, ji ber rêya azadiya her jinek fikrên Rêbertî ye.”

Nesrîn Zorava destnîşan kir ku divê her jinek xwe bi fikrên Ocalan perwerde bikin û wiha dawî bi axaftina xwe anî: “PiştÎ min fikrên Rêbertî nas kir, min xwe û civaka xwe nas kir. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo niha li Şengalê têkoşîna me berdewam e û dê her berdewam be jî.”

‘Em benda pêşwazîkirina Seroka Apo ne’

Endama Meclisa Jin a Xanersorê Xoxê Omer jî bi kurtasî ev nirxandin kir: “Semînera me li ser pêvajoya ku ji hêla Serok Apo ve hatiye destpêkirin e. Rêbertî dibêje bila civaka êzidî hişyar be daku careke din rastî fermanan neyê û dibêje hêza parastina civakê ji keç û xortên êzidî be. Ji hêla din ve jî di nameya herî dawî de Rêbertî gotibû dema azad bibe dê bi cilên êzdiyatî were Şengalê. Em hemû li benda wê rojê ne ku Serok Apo bi cilên êzidatî li çiyayê Şengalê pêşwazî bikin. Daxwaza min ji civaka êzidî ew e ku hêza xwe xurt bikin û parastina axa xwe bi destê xwe bikin.”