Li Şengalê çalakiyên ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’
TAJÊ di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de li Serdeştê mal bi mal belavok belav kir û behsa girîngiya xwendina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Şengal – Di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ ku ji hêla Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hatiye destpêkirin de îro li Serdeştê jinan derî bi derî belavok belav kirin. Di belavkirina belavokan de jinan behsa girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwendina fikrên wî ji malên ku diçûn re kirin. Her wiha malbat jî kêfxweşiya xwe yên pêngavê û xebatên TAJÊ anîn ziman û hêvî kirin ku di demeke nêz de Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe.
Endamên TAJÊ ku serdana malan kirin, ev tişt anîn ziman: “Ji bo pêngava TAJÊ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daye destpêkirin, ji bo fikrên Rêber Apo bi civaka xwe bidin nasandin em li malan digerin. Divê civak me vî fikrî bixwîne û bide xwendin. Rêber Apo ku ev 26 sal in di zindanê de ye tu carî me ji bîr nekir. Her wiha em bi nameya Rêber Apo ku ji bo me şandî gelek kêfxweş bûn û em ê her li ser fikrên wî bimeşin û xwe bi rêxistin bikin.”
Derbarê pêngavê de jinên Êzidî bi kurtasî nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
‘Divê em Rêber Apo bixwînin û bidin nasandin’
Jina ciwan a bi navê Hela Şingalî diyar kir ku ew bi pêngava TAJÊ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan dane destpêkirin gelek kêfxweş in û wiha got: “Pêwîst e fikir û felsefeya Rêber Apo li her derê were belavkirin. Divê em bi xwendinên fikrên Rêber Apo fikrên wî belav bikin û bidin nasandin.”
‘Bi xwendina fikrên Rêber Apo divê em xwe ji fermanan biparêzin’
Her wiha endama TAJÊ Kinê Xidir jî têkildarî pêngavê ev nirxandin kir: “Di dema fermanê de Rêber Apo ji bo parastina me şervanên xwe şand. Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî nameyên Rêber Apo li malan belav dikin û divê em bi xwendina fikrên Rêber Apo xwe ji fermanan biparêzin. Her wiha divê hemû êzidiyên derveyî Şengalê vegerin ser warên xwe, em bidin yekdest û tifaqa xwe ava bikin daku bikaribin li hember her êrîşan bisekinin.”