Li Şengalê çalakiya jinan a ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan didome

Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li navenda Şengalê hatiye destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de bi deng, tilîlî û stranên bi dehan jinan berdewam kir.

Şengal – Çalakiya nobetê ku li navenda Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hatibû destpêkirin di roja duyemîn de berdewam kir.

Çalakiya nobetê di roja duyemîn de ji aliyê endamên meclisên xweser ên Digur, Guhbel û Zorava ve hate dewirgirtin. Di dema dewirgirtina nobetê de hat gotin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan her di nav çalakiyan de bin û têkoşîna xwe bilind bikin.

Di roja duyemîn de nêrîna Abdullah Ocalan a derbarê civaka êzidî de hat guhdarkirin û broşûra ku kurtajiyana Ocalan tê vegotin, hat xwendin.

Çalakiya nobetê ku bi deng û tililiyên jinan tê geşkirin, roja duyemîn bi stran û dîlanan bidawî bû.