Li Şehbayê encamên pêşhilbijartinan diyar bû

Kongra Star û PYD’ê encamên pêşhilbijartinên ku duh hatin li dar xistin, bi daxuyaniyek hevpar eşkere kir.

Navenda Nûçeyan – Piştî hilbijartinên ku duh ji aliyê Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatibûn lidarxistin, gel berê xwe dabû navendên deng dayînê. Îro Kongra Star û PYD’ê encamên hilbijartinên bi daxuyaniyek hevpar eşkere kir.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê endamê meclîsa PYD’ê Welîd Dingilî û endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Elo ve daxuyanî hate dayîn.

Daxuyanî hevpar wiha ye:

''Em wek Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Jin Kongra Star vê serkeftina dîrokî li gelê xwe pîroz dikin. Ev serketin berhemê berxwedana gelê me ya ji bo avakirina civakeke exlaqî û siyasî ye.

‘Bi hezaran şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê berê xwe dan ber sindoqan’

Di dîroka 30’ê Nîsana 2024’an de bi hezaran şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê ji bo hilbijartina nûnerên xwe ya şaredariyan, berê xwe dan ber sindoqên dengdanê.

Ev weke roja jidayîkbûna azadî û demokrasiyê hat dîtin. Her wiha em ji Komîteya Amadekar a Hilbijartinan, çepemenî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Civakê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, meclîs û komînên li kantonê, komîteya ku çavdêriya hilbijartinan ji Helebê dikirin û hemû kesên ku di serkeftina van hilbijartinan de cih girtine re spasiyên xwe pêşkêş dikin.

Hevşaredarên din encama hilbijartinê de hatine hilbijartin, ev in:

Bajarokê Şêrewa: Esûm Hemedî – Henîf Sîdo

Bajarokê Til Rifet: Fatme Îbrahîm – Reşîd Fatko

Bajarokê Ehrez:  Îman Toko – Faroq Sîdo

Bajarokê Ehdas: Rozelîn Koşen – Hisîn Ebdo Sîdo

Bajarokê Fêfîn: Gelewîş Silêmen – Mehmûd Reşîd”