Li Şehbayê di encama teqîna mayînek de 3 zarok birîndar bûn
Li Şehbayê di encama teqîna mayîneke çeteyên DAIŞ´ê de 3 zarokên Efrînî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Li gorî agahiyên ajansa JINNEWS’ê, li gundê Til Qerah ê bajarokê Ehrezê yê Şehbayê di encama teqîna mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ´ê de 3 zarokên Efrînî birîndar bûn. Navên zarokan wiha ne: Serdar Mehmûd (8), Ela Elo (11) û Selah Elo (9).
Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrînê. Li gorî kadroyên tibî, birînên wan sivik bûn û piştî dermankirinê yekser hatin derxistin.