Li Îranê zextên li ser welatiyên Bahayî didomin
Rêveberiya îstîxbaratê, gazî Elham Xulas Ardestanî ya ku welatiyek Bahayî ye kir ku pirsên derbarê hevjînê xwe yê girtî de, bibersivîne.
Navenda Nûçeyan – Elham Xulas Ardestanî, welatiyek Bahayî ya li Bahristanê dijî ye. Elham, ji aliyê rêveberiya îstîxbaratê ya navçeyê ve ji bo lêpirsînê hat gazîkirin. Karbidestan diyar kirin ku sedema gazîkirinê, daxwaza agahiyên li ser hevjînê wê Navid Tashakor ê ku niha di Girtîgeha Dastgerd a li Îsfahanê de tê girtin bûye.
Li gorî raporan, piştî ku Elham Xulas Ardestanî gihîşt rêveberiya îstîxbaratê, ji wê hat xwestin ku formek tijî bike û bersiva pirsan bide. Wê ev daxwaza îstîxbaratê red kir û diyar kir ku ew ê tenê bersiva pirsên li ser xwe bide. Ev bersiv ji aliyê karbidestan ve bi bertekek tund hat pêşwazîkirin. Ji Elham re hat ragihandin ku ger fermana girtinê li dijî wê bi rêya pergala dadgeha elektronîkî were dayîn, ew ê mecbûr be ku bersivê bide.
Li gorî agahiyên herî dawî, zêdetirî 20 welatiyên Behayî niha li Îranê di girtîgehê de ne û lêpirsînên ewlehiyê li dijî wan berdewam dikin. Ev hejmar zext û sînordarkirinên ewlehiyê yên berdewam ên li ser civaka Behayî yên li welêt nîşan didin.