Li Îranê qeyrana mafên mirovî: 612 kes hatin darvekirin
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, der barê zêdebûna ji sedî 119’an a hejmara darvekirinan, îşkeceyên li girtîgehan û zextên etnîkî de hişyariyan da.
Navenda Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî, di derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de rapora xwe ya dawî weşand.
Di raporê de bal hat kişandin li ser zêdebûna dramatîk a darvekirinan, domandina îşkenceyên li girtîgehan û binpêkirinên bipergalî ên li dijî komên etnîkî û hate destnîşan kirin ku hikûmeta Îranê erkên xwe yên navneteweyî paşguh dike. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, banga rawestandina darvekirinan û rakirina qanûnên cudakar ên li dijî jinan kir û balkişand ku qeyrana mafên mirovan a li welat kûrtir dibe.
Darvekirin ji sedî 119 zêde bûn
Li gorî raporê, rayedarên Komara Îslamî ya Îranê tenê di şeş mehên ewil ên sala 2025’an de herî kêm 612 kes darve kirine. Ev hejmar, li gorî heman pêvajoya sala borî tê wateya zêdebûnek ji sedî 119. Di heman demê de, rêxistinên mafên mirovan ên herêmî jî li Îranê di nava salekî de zêdetirê hezar û 500 darvekirinan tomar kirin. Sekreterê Giştî darvekirinan mîna "binpêkirinek vekirî ya îşkence û muameleya dijî mirovî" bi nav kir.
Îşkencekirina girtiyan
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ew daxwazê ji Îranê dikin ku demildest cezayên darvekirinê bisekinîne, girtiyên siyasî û kesên ku bi awayek bêserûber hatine binçavkirin, berde û dawî li êşkenceyan bîne. Her wiha daxwaz hat kirin ku yasaya cudakariyê ya li dijî jinan û xwepêçana bi zorê bê betalkirin. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku piştî şerê 12 rojî yê navbera Îran û Îsraîlê, binçavkirin û cudakariyên li dijî Behayiyan, Kurdan, Belûç û Ereban zêdetir bûne. Îşkencekirina girtiyan bi taybetî jî ya girtiyên siyasî cihê fikarane. Her wiha hat diyarkirin ku derxistina cezayê birîna li ser laş û lêdana qamçiyan binpêkirineke eşkere ya mafên mirove.
Di beşek din a raporê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got ku biryarên demên dawî yên serokê dadweriya Îranê yên ji bo lezkirina dozên li ser sîxûrî, girtina bêserûber, dadgehkirina nedadperwerî û darvekirin zêde bûne. Her wiha hat diyarkirin ku proje yasaya tûndkirina cezayên bi tometa ‘sîxûrî kirin’ gefeke cidiye li ser azadiya fikir û ramanê her wiha destgihiştina bi înternetê ye.
Ev rapora Neteweyên Yekbûyî xwe dispêre daneyên rêxistina mafên mirov a Hana. Li gorî vê, sala borî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî hezar û 537 kes hatine darvekirin. Her wiha li gor rapora kampanya ‘Ji Sêşemên darvekirinê re na’ jî ji despêka salê ve hezar û 87 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin.
Bang li Îranê
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ew daxwazê ji Îranê dikin ku demildest cezayên darvekirinê bisekinîne, girtiyên siyasî û kesên ku bi awayek bêserûber hatine binçavkirin, berde û dawî li êşkenceyan bîne. Her wiha daxwaz hatiye kirin ku yasaya cûdakariya li dijî jinan û xwepêçana bi zorê bê betalkirin.