Li Îranê dibistan bûnê qadên mirinê
Ji êrîşên mûşekî yên kujer bigirin heta bikaranîna leşkerî ya dibistanan, jehrîkirina xwendekarên keç û zextên sîstematîk ên di dema serhildanan de; li Îranê perwerde û zarok di nava şer û qeyranan de bi tevahî tên bêparastin û hedefgirtin.
Navenda Nûçeyan – 9’ê Îlonê Roja Cîhanî ya Parastina Perwerdeyê ji Êrîşan e. Ev roj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo ji nû ve piştrastkirina prensîbek bingehîn hatiye destnîşankirin, tekez dike ku perwerde mafek mirovan e û divê dibistan di demên şer û qeyranê de jî ji bo zarok, mamoste û karmendên perwerdehiyê wekî cihekî ewle bimînin.
Lêbelê, di salên dawî de gelek dibistanên ên li herêmên şer, êdî ne cihên perwerdeyê ne, veguherîn qadên ku rastî êrîş, wêrankirin, dagirkirina leşkerî û karanîna ji bo armancên ewlehiyê tên. Rapora 2026’an a Hevpeymaniya Cîhanî ya Parastina Perwerdehiyê ya ji Êrîşan, nîşan dide ku di salên 2024 û 2025’an de li dijî perwerdehiyê herî kêm 8 hezar û 566 êrîş hatin tomar kirin û di encamê de zêdetirî 10 hezar û 600 xwendekar, mamoste û karmendên perwerdehiyê zirar dîtine. Di heman heyamê de zêdetirê hezar û 912 bûyerên ku dibistan û zanîngehan ji bo armancên leşkerî hatine bikaranîn hatin tomar kirin. Ev hejmar li gorî heyema berê, du qat zêdetir e.
Şerê di navbera Îran û DYE’yê de, fikarên der barê perwerdeyê de zêde kir. Li gorî daneyên OCHA’yê, ji 22’ê Tîrmeha 2026’an vir ve li seranserê Îranê hezar û 288 dibistan jî di nav de herî kêm hezar û 507 tesîsên perwerdehiyê zirar dîtine.
Bi nêzbûna sala nû ya perwerdehiyê re, bi mîlyonan xwendekar amadekariyên vegera rêfan dikin. Lêbelê bandorên şer, wêraniyên li dibistanan û fikarên ewlehiyê yên der barê êrîşên domdar de berdewam dikin.
Dibistana Mînab ji bo zarokan veguherî sembola bedela şer
Di dema şerê heyî de yek ji êrîşên herî kujer ên li ser perwerdehiyê, di 28’ê Sibatê de li dijî Dibistana Seretayî ya Shajareh Tayyebeh a li Minabê pêk hat. Li gorî Associated Press, di êrîşê de piraniya wan zarok herî kêm 168 kes mirin û di nava kesên mirin de 120 xwendekar, 26 mamoste û karmendên dibistanê hebûn. Lêkolînan, eşkere kir ku herî kêm mûşekek li dibistanê ketiye.
Rastiya ku dibistan li nêzî tesîseke girêdayî hêzên deryayî yên Muhafizên Şoreşê bû, der barê êrîşê de pirsan derxist holê. Lêbelê, hate destnîşankirin ku ev yek nayê wateya hedefbûna leşkerî ya dibistanê û berpirsiyariya êrîşê hîna bi awayekî teqez nehatiye destnîşankirin.
Li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî, nêzbûna dibistanekê ya ji hedefeke leşkerî re vê dibistanê rasterast nake hedefek leşkerî. Aliyê ku êrîşê pêkanî, mecbûr e ku li gorî prensîbên cudahî, rêjeyî û girtina tedbîrên pêwîst a ji bo parastina sivîlan tevbigere.
Lewma êrîşa Minabê, divê li gorî mafên jiyan û ewlehiyê yên zarokan di çarçoveya qanûna navneteweyî de bi awayekî serbixwe were lêkolînkirin û dive malbatan bikaribin fêr bibin ka êrîş çawa pêkhatiye.
Dema ku dibistan bi xwe di veguhere parçeyekî avahiyek leşkerî
Parastina perwerdeyê, ne tenê parastina dibistanan a ji êrîşan e, di heman demê de tê wateya ne bikaranîna ji bo armancên leşkerî an jî ewlehiyê. Pîvanên navneteweyî, destnîşan dikin ku divê dibistan neyên veguheztina cihên ku hêzên leşkerî lê bi cih dibin, çek lê tên hilanîn an jî wekî navendên operasyonan tên bikaranîn. Encamnameya Dibistanên Ewle, dixwaze ku karanîna leşkerî tenê di rewşên pêwîstiya mutleq de, wekî çareya dawîn û ji bo demek herî kurt were sînordarkirin.
Girêdana di navbera pergala perwerdehiyê ya Îranê û rêxistina xwendekarên Besîc de demek dirêj e berdewam dike. Di dibistanan de dersên perwerdehiya parastinê, kampan û di hinek rewşan de tetbîqatên çekan tên li dar xistin. Lêbelê, endametiya Besîj an perwerdehiya leşkerî bi tena serê xwe xwendekarek nake "leşkerê zarok". Beşdariya zarokan a nobet, dewriyeyan an jî operasyonên çekdarî jî vê sînore derbas dike. Di dema pevçûna berdewam a li Îranê de, ev sînor bi awayekî fikar guheriye.
Di Adara 2026’an de Muhafizên Şoreşê di bin navê "Parêzvanên Welat" de banga beşdarî xwebexşan kir û temenê asgarî wekî 12 salî destnîşan kir. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ragihand ku hinek zarokan li xalên kontrolê û dewriyeyên girêdayî Muhafizên Şoreşê hatine dîtin û çekan jî hilgirtine.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan jî, diyar kir ku zarokên 12 salî û mezintir ji bo tevlîbûna rêxistinê tên teşwîqkirin û vê yekê wekî binpêkirinek cidî ya mafên zarokan bi nav kir.
Di vê rewşê de, dibistan nikare bibe parçeyê avahiyek ku zarokan ber bi çalakiyên leşkerî ve dibe. Li gorî raporên herêmî yên bi taybetî ji Sistan û Belûcistanê hatine weşandin, diyar dike ku di dema şer de li hinek dibistan hêzên leşkerî û ewlehiyê hatine bicîhkirin. Ev îdiayan, bi awayekî serbixwe nehatin piştrast kirin. Lêbelê, hebûna hêzên çekdar û alavên leşkerî ya di dibistanan de, dikare qadên perwerdehiyê veguherine xeteriya êrîşê û ewlehî û bêalîbûna wan qels bike.
Dibistan di pêvajoya serhildana Jin Jiyan Azadî veguherî qadên zextê
Li Îranê gefên li ser perwerdehiyê, tenê ji pevçûnên derveyî û çalakiyên leşkerî çavkanî nagre. Di salên dawî de dibistan bûne cihên sereke ku xwendekar bi hêzên ewlehiyê re rûbirû dimînin.
Di dema tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" ya 2022’an de, xwendekar û jinên ciwan li gelek bajarên Îranê beşdarî xwepêşandanan bûn. Hate ragihandin ku piştî bûyerên wekî berzkirina dirûşmeyan, dijberiya qûralên hîcabê mecbûrî û xwepêşandana li dijî dezgeha siyasî, hêzên ewlehiyê dikevin dibistanan, xwendekaran binçav dikin û zextê dikin.
Pêla jehrîbûnê ya li dijî xwendekarên keç
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, gelek destwerdanên ewlehiyê yên li dijî xwendekaran belge kir. Ev rewş nîşan dide ku ewlehiya dibistanan ne tenê bi parastina avahiya re sînordar e, divê azadiya derbirînê, ewlehiya kesane û mafê xwepêşandana aştiyane ya xwendekaran jî were parastin.
Ji dawiya sala 2022’an û vir ve li dibistanên keçan a li seranserê Îranê pêlek bûyerên jehrîbûnê dest pê kir. Bi hezaran xwendekar ên li sedan dibistanan nîşanên wekî tengbûna bêhnê, dilxelandin, gêjbûn, kuxik û bandorabûna çav û qirikê jiyan kirin û hinek ji wan veguhestina navendên tenduristiyê.
Pisporên NY’ê di Adara 2023an de diyar kirin ku êrîşên kîmyewî yên li ser dibistanên keçan li 20 parêzgehan bandor li herî kêm 91 dibistanan kirine û daxwaza lêpirsînek serbixwe kirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî, ragihand ku ji Mijdara 2022’an û vir ve bi hezaran xwendekarên keç nexweş ketine an jî li nexweşxaneyê mane û rayedaran ji bûyeran re mudaxeleyên têrkêr nekirine.
Bersûcên van bûyeran û madeyên hatine bikaranîn, bi awayekî teqez nehatin diyar kirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî wan wekî êrîşên kîmyewî yên bi zanebûn bi nav kir û UNESCO jî daxwaza lêpirsînek berfireh kir.
Lêbelê, tişta tekez ev e ku bi hezaran xwendekarên jin ji ber van bûyeran di aliyê tenduristî, ewlehî û mafê xwe yê perwerdehiyê de bi awayekî cidî bandor bûn.