Li Çemçemal ji bo piştevaniya Rojava çalakî hat lidarxistin

Xelkê Çemçemalê li dijî êrîşên çeteyên Colanî û dewleta Tirk, ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê çalakiyek li dar xist.

Navenda Nûçeyan- Li seranserê Kurdistanê çalakiyên ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û êrîşên çeteyên dewleta Tirk berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de xelkê navçeya Çemçemal a Silêmaniyê li dijî êrîşan çalakiyek li dar xist.

Welatiyan bênavber berxwedana Rojava silavkirin û dirûşmên ‘Li Bakur bim yan Başûr bim, Kurdistan xeta sor e’ qêriyan.

Welatiyan bang li hemû şêniyên Başûrê Kurdistanê kirin ku tevlî seferberiya ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê hatiye destpêkirin bibin.