Li Çabaharê malên welatiyên Belûc tên hilweşandin
Li Çabaharê Weqfa Xaniyan malên welatiyên Belûc hilweşand. Malbatên ku neçarî koçberiyê hatine kirin, ji ber şertên xirab û daxwaza pereyên zêde ya di nava nezelalî û nerazîbûnê de ne.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporek ku îro, ji aliyê medyaya herêmî ya li Belûcistanê ve hatiye weşandin, Weqfa Xaniyan bi hevkariya hêzên şaredariyê û bi bikaranîna gelek barkêş û kamyonan, operasyonek berfireh da destpêkirin da ku malên welatiyên Belûa li taxa Jangalok a Çabaharê hilweşîne.
Medyaya mafên mirovan a Halaş, ku bûyerên li Belûcistanê dişopîne, ragihand ku di vê serdegirtinê de herî kêm 20 ji nêzî 50 malên li taxê hatine hilweşandin û beşek ji rêzek xaniyan a li kêleka kolanê bi piranî wêran bûye. Li gorî raporê, hejmara xaniyên ku hatine hedefgirtin nêzî 50’î ye û operasyona hilweşandinê îro zûtir dest pê kiribû û hê jî berdewam dike.
Barê aboriyê yê giran li ser malbatan e
Rapor destnîşan dike ku hin niştecihên Jangalokê berê neçar mabûn ku malên xwe vala bikin û biçin kompleksek xaniyan a bi navê "Hazar Vahedi" ku li nêzî termînala Çabaharê ye. Lê belê, xaniyên ku ji bo bicihkirina van malbatan hatine çêkirin, ji aliyê avahî û îmkanên jiyanê ve bi çanda niştecihên herêmî û şert û mercên wan re ne li hev hatine çêkirin; her wiha hewş û cihê guncav ji bo rûniştina malbatên qelebalix tê de tune ye.
Li gorî heman raporê, herî kêm 50 malbat piştî koçkirina ji nav van xaniyan rastî daxwazeke nediyar hatine ku berê bi zelalî ji wan re nehatibû gotin. Li gorî gotina niştecihan, ji wan tê xwestin ku mehane nêzî pênc milyon tumenî bixin hesabê ku ji bo van xaniyan hatiye diyarkirin. Ev daxwaz, ji ber rewşa wan a xizaniya aborî, barekî giran ê darayî li ser milê wan datîne.
Nezelalî û zextên li ser taxê
Ev malbat diyar dikin ku xaniyên nû di rastiyê de di berdêla hilweşandin û windakirina xaniyên wan ên li Cengalukê de ji wan re hatine dayîn, lê niha ji wan tê xwestin ku piştî veguheztinê mehane pere bidin. Ev yek di nava gelek niştecihan de bûye sedema nerazûbûn û nezelaliye.
Gelek kes li dijî pêvajoya veguheztinê, rewşa xaniyên nû û daxwaza dayîna peran ya mehane nerazûbûnê nîşan didin. Digel ku ew îhtîmala vegera malên xwe yên berê û berdewamiya jiyana li wir winda dikin, ew di derbarê rewşa xaniyên nû û lêçûnên giran de jî di nava fikar û bêberpirsiyariyê de ne. Rapor tekez dike ku hilweşandin di demekê de pêk hatiye ku gelek malbat hê jî di derbarê rêbaza veguheztinê, xwedîtiyê û paşeroja xaniyên xwe de ti biryar nedane.
Taxeke kevn di bin zextê de ye
Taxa Cengalukê (Jangalok) yek ji kevintirîn û xizantirîn deverên Çabaharê ye û bi sedan malbatên Belûc bi salan e li wir dijîn. Lê belê, ji ber nêzîkbûna wê ya bi navendên stratejîk re, di nav de Şîrketa Petrolê, Desteya Benderan û hin navendên leşkerî û hikûmetê, ev tax di salên dawî de gelek caran bi bûyer û zextên curbecur re rûbirû maye.