Leyla Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana daxuyanî da û got: “Em hemû ji bo ev şer bidawî bibe bi berpirsyariyeke cidî, dîrokî û kûr re rû bi rû ne.”

Navenda Nûçeyan- Siyasetmedara Kurd Leyla Zana  piştî hevdîtina malbatê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re daxuyaniyek da. Leyla Zana li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî wiha got: “Ji bo hemû kesên ji şer û perçûnan gazinc dikin ronahiyeke hêviyê vejiya.”

Leyla Zana di berdewamiyê de wiha got: “Ji bo kesên li bendê aştiyê ye silav hat. Çavên me ronî be. Em yanî kesên hesreta aştiyê dikşînin, ji bo çarseriya demokratîk wê destek bin. Yên tovên aştiyê li erdnîgariya Rojhilata Navîn diçînin divê bizanibin ku em ê tovan av bidin. Mijar bi kok, dîrokî û girane. Em hemû ji bo ev şer bidawî bibe bi berpisyariyeke cidî re rû bi rûne.  Bila tovên aştiy3e yên bi salan brê hatine çandin bi berket be. Sila siberojên me azad bin.”