Leyla Ferugh: Dengê jinên Efgan bibhîzin

Parêzvana mafên jinan Leyla Ferugh bi peyamek hişyariya "Bêdengiya li hember van sûcan, hevkariya di zilmê de ye. Divê civaka navneteweyî şiyar bibe û li kêleka berxwedana jinên Efganî bisekine" kir.

BAHARAN LEHÎB

Faryab – Kuştin, girtin, îşkence, tadeyî, heqaret, rezîlkirin û lêdana jinan li kolanan beşek ji çanda fundamentalîst a Talîbanê û komên cîhadîst e. Ev yek, ji 14 dehsalan zêdetir e di civaka Efganî de belav bûye. Van reftaran bi hezaran jin şerpeze kirine. Di çend rojên borî de, ji ber ku çalakiyên bi navê "Amr el-Me'ruf" (çalakiya rast) zêde bûne, pêlek terorê li Efganistanê ji bo girtina jin û keçên ciwan hatiye destpêkirin. Êş û zextek berfireh li ser civakê çêkiriNe. Baş e ku têkoşerên jin ên li Efganistanê bêdeng nemane û dengê xwe yê protestoyê bilind kirine.

‘Nîşanek eşkere ya polîtîkayên dijminê jinan ên vê koma fundamentalîst in’

Ji ber vê yekê, parêzvana mafên jinan Leyla Ferugh di peyamekê de nêrînên xwe bi me re parve kir. Leyla ragihand ku di demên dawî de, Kabîl bûye cihê binçavkirinên berfireh û hovane yên jinan û wiha got: “Talîban van binpêkirinan dike. Ev girtin, gelek caran ji ber lixwekirina hîzara mecbûrî ne. Ne tenê neqanûnî ne, di heman demê de nîşanek eşkere ya polîtîkayên dijminê jinan ên vê koma fundamentalîst in jî. Jin ji aliyê hêzên Talîbanê ve ji kolan, bazar û veguhestina giştî tên revandin, tenê ji ber ku wan serê xwe negirtine û li hember qedexeyan li ber xwe dane. Ev jin li van deran di şert û mercên nemirovane de, li derveyî kontrola saziyên dadwerî û yasayî tên girtin û raporên îşkence, gef û tadeyiya sîstematîk derketine holê.”

‘Tevî gefên giran jî dengê xwe bilind kirine’

Leyla destnîşan kir ku Talîban, hêzek îdeolojîk a dijî jinan û dijberê azadiyên bingehîn ên jinan e û wiha pê de çû: “Talîban hewl dide ku bi rêya vê tepeserkirinê hebûna jinan li qadên giştî bi tevahî bêdeng bike. Lê dîsa jî, tevî vê pêla zext û çavtirsandinê, jinên Efganî teslîm nebûne; ew bi wêrekî û hişmendî berxwedana xwe ya sivîl didomînin. Tevî gefên giran, wan dengê xwe ji bo maf, azadî û rûmeta mirovan bilind kirine."

Banga li wijdanan

Leyla bang li hêz û kesên pêşverû yên li çar aliyê cîhanê kir û got: “Di rewşên wiha de, berpirsyariya civaka navneteweyî heye ku bêdengiya xwe bişkîne û li kêleka jinên Efganî bisekine. Saziyên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, tevgerên pêşverû û mirovên azadîxwaz ên li çaraliyê cîhanê divê bi yekdengî van girtinan şermezar bikin, Talîbanê ji ber binpêkirinên wan ên eşkere yên maf û rûmeta mirovan berpirsyar bibînin û her rêbazek berdest, ji zexta siyasî bigre heya piştgiriya darayî û medyayê bikar bînin da ku vê zilma bênavber rawestînin. Di heman demê de, divê piştgiriya pratîkî ji bo berxwedana jinên Efganî û peydakirina rêyên ewle ji bo rizgarkirina jiyana jinên di bin gefê de werin pêşwazîkirin kirin.”

‘Mîna jinek erka min e ku li hember vê zilmê şer bikim’

Leyla da zanîn ku îro, Efganistan sembola ceribandineke wijdana cîhanî ye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Zilma berdewam a li ser jinan ne tenê krîzeke navxweyî ye, di heman demê de karesateke mirovî ye jî ku encamên wê bi sînorên Efganistanê ve sînordar nînin. Em bang li hemû wijdanan dikin ku dengê jinên Efganî bibihîzin, li kêleka wan bisekinin û nehêlin dîrok bêdengiya cîhanî ya li hember van sûcan ji bîr bike. Wek parêzvanek mafên jinan, erkê min e ku bi hemû hêza xwe li hember vê zilma hovane û rêxistinkirî ya Talîbanê li ber xwe bidim û ji her demê bêtir bi dengekî bilindtir ji bo azadî û rûmeta jinên ku di vê pergala zordar de asê mane, şer bikim.”