Lêkolînera Çînî Yushan Huang li ser Şoreşa Jinan lêkolîn dike
Lêkolîner û femînîsta Çînî û civaknas Yushan Huang a ku Şoreşa Jinan ji nêz ve dibîne û lêkolîn dike, dibêje: “Ji ber ku jinên Rojava gelek bihêz in, bandorek mezin li min kirin. Ez dixwazim çîroka jinên Rojava li Çînê jî were dîtin, xwendin û naskirin.”

SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Ji dema ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Kobanê û bajarên din ên Rojava destpêkirin ve heta niiha, Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ket rojeva cîhanê. Yushan Kuang a lêkolînera Çînî, femînîst û civaknas di wê demê de nûçeyên li ser êrîşên li ser Şoreşa Rojava dixwîne û wisa dizane ku parçeyek şoreş lê hatiye lidarxistin heye.
Yushan Huang piştî serdana wê ya yekem a di sala 2023’an de ev cara duyemîn e tê Rojava.
Yushan ji ajansa me re behsa hatina xwe ya Rojava, girîngiya parastina pergala wê, krîza Sûriyeyê çawa dikare çareser bibe û Banga Aştî û Civaka Demokratîk û Entegrasyonê çawa dibîne kir.
Naskirina Rojava û Şoreşa Jinan
Yushan got ku wê li ser Rojhilata Navîn gelek lêkolîn çêkiriye û dike jî, li ser naskirina Rojava û hatina wê ya ber bi warê Şoreşa Jinan ve ev tişt anî ziman: “Min gelek nûçeyên li ser berxwedana jinên Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê xwendin. Ji ber ez jî femînîst im şoreşek wiha ji bo min gelek balkêş e. Min li ser şoreşê gelek gotar xwendin, piştre jî min dest bi lêkolîna Şoreşa Rojava û nivîsandina wê kir.”
Çima dixwaze çîrokên jinên Rojava li Çînê werin dîtin?
Mijarên lêkolîna Yushan Huang jî li ser doza jinên li Rojava dijîn, çawa kar dikin û bi çi awayî dijîn her wiha li kêleka wê çîrokên jinên Rojava guhdar dike, dinivîsîne û wiha lêkolîna xwe didomîne. Yushan hezkirina xwe bi jinên Rojava re parve dike û sedema hezkirin û bandora jinan a li ser çêbûye wiha bilêv dike: “Ji ber ku jinên Rojava gelek bihêz in, bandorek mezin li min kirin. Ez dixwazim çîroka jinên Rojava li Çînê jî were dîtin, xwendin û naskirin.”
Yushan Huang bi lêkolîna xwe dixwaze bibe pira di navbera jinên Çîn û Rojava de. Yushan dûrbûna Çînê ji Rojava di warê erdîngarî de bi bîr xist û got: “Li Çînê nûçeyên li ser Rojava û jinên wê nayên çêkirin û kêm tên xwendin. Lê ji ber ez xwedî însiyatîf im, bi zimanê Kurdî û Erebî dizanim. Pêwistî dibînim, li ser Şoreşa Jinan û Rojava binivîsînim û çîrokên wan bibim Çînê bi jinên Çînî û gelê wê re, parve bikim.”
Pergala Rêveberiya Xweser dikare li tevahî Sûriyeyê bibe çareserî
Yushan ecibandina pergala Rêveberiya Xweser anî ziman û sedema wê jî bi ked û karê jinan di avakirina civakê de nîşan da. Yushan destnîşanî rewşa Sûriyeyê ya ku nû tê re derbas dibe kir û got: “Ez hêvî dikim ku pevçûn zû bi dawî bibin û pergala Rêveberiya Xweser ji bo tevahî Sûriyeyê jî dikare çêbibe û bibe cihê çareseriya krîzê.”
Rojava jî weke Çînê ji bo welatekî baştir berxwedaniyek mezin raber dike
Yushan Şoreşa Rojava ku hem Şoreşa Jinan e şiband şoreşa sed sal berê li Çînê hatiye lidarxistin. Yushan bi cudabûna gel û çanda Çîn û Rojava ve wiha pêl da gotinên xwe: “Di navbera Rojava û Çînê de gelek cudahî heye. Lê sedsalek berî niha li Çînê jî êrîşên li ser Rojava tên kirin, hatin kirin û pevçûn dijwar bûn. Gelê Çînê jî ji bo Çîneke nû pir li ber xwe dan. Heman berxwedanî li Rojava jî ji bo Rojavayeke nû baştir hat raberkirin.”
Yuhsan da zanîn ku dîroka gelê Çînê û Rojava ya berxwedanê hiştiye ku bişibin hev. Yushan nêrîna gelê Çînê ya ku dibe bibêjin şibandinek di navbera welatê wan û Rojava de tune ye, piştrast kir û got: “Şibandinek mezin heye, ji ber min dît û jiyam. Ez piştrast dikim ku girêdanek zêde di navbera gelê Çîn û Rojava de heye.”
Lêkolînera Çînê banga Ocalan çawa dinirxîne
Yushan Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di wextekî de ku li her derê şer û pevçûn hene û bi taybetî li Sûriyeyê, girîng dibîne. Yushan di dirêjahiya axaftina xwe de got: “Bi ketina Beşar El-Esed û hatina HTŞ’ê re rewşa Sûriyeyê zehmetir bûye. Ez bi hêvî me ku dikarin bi vê bangê re Sûriyeyê baştir bi aştî, civakek demokratîk û entegrasyonê ava bikin. Lê ez bi hêvî me ku Tirkiye gaveke neyînî navêje, êrîşeke nû destpê neke, ji ber gelê Sûriyeyê şer naxwaze û gel ji şer westiyaye. Ji ber ku her kes dizane Tirkiye ji Kurdên li Tirkiyeyê dijîn hez nake.”
Yushan dixwaze çanda Çînê bi Rojava re parve bike
Yushan a ku dixwaze çanda Rojava bi civaka Çînê bide zanîn hemwextê wê jî dixwaze çanda çînê li vir jî bi jinên Rojava re bide naskirin û parvekirin. Yushan bi vê yekê armanc dike ku gel ji hev fêm bike û hev nas bike. Yushan piştgiriya enternasyonalîst didin Rojava ji xwe re cihê şanaziyê dibîne û dibêje: “Bi vê piştgiriyê em dikarin Rojava xweştir bikin.”
Rojava nimûne ye ji bo Rojhilata Navîn
Yushan got ku girîngiyê bi hebûna Rojava ji bo giştî Rojhilata Navîn, dibîne ku çawa dikare li vir civakeke demokarîk çêbibe. Ji bo vê yekê Yushan tekeziyê li ser girîngiya parastina Rojava dike û dibêje: “Ji ber dîtina jinên ku ji bo avakirina civaka xwe kar dikin, tiştekî nû ye li Rojhilata Navîn tê dîtin. Ji lewre hewcedarî bi parastina şoreşê û vê pergala demokratîk heye.”