Laleş Bîçîmlî: Sekna herî rast a li dijî êrîşan yekîtiya neteweyî ye

Endama Sekreteryaya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Laleş Bîçîmlî der barê êrîşên Îranê yên li ser baregehên partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de axivî û got: "Tekane çareseriya gelê Kurd yekîtî ye.”

MEMÎHAN HÎLBÎN ZEYDAN

Wan – Zêdebûna rageşiya leşkerî ya di navbera Îran, DYE û Îsraîlê de, rasterast bandorê li welatên herêmê û erdnîgariya Kurdistanê dike. Di vê dema ku êrîşên li hemberî hev berdewam dikin de, Îran di çarçoveya bersivdayîna êrîşên DYA’yê de bi welatên Kendavê re Herêma Kurdistanê hedef girt.

Ji roja destpêkê ya şer ve, partiyên siyasî yên Kurd ên Îranî, ji raya giştî re ragihandin ku ew ê di şer de alî negirin û beşdarî şer nebin.

Tevî vê yekê jî rejîma Îranê û komên çekdar ên girêdayî wî, ji roja destpêka şer ve bi gelek mûşek û balafirên bêmirov kampên partiyên siyasî yên Kurd ên Îranê yên li Herêma Kurdistana hedef girtin. Di van êrîşan de, di 17’ê Tîrmehê de li dijî sînorê Hewlêrê pênc êrîşên bi dron û mûşekan çêbûn. Hat ragihandin ku êrîş ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine bêbandorkirin.

Heman rojê, li dijî baregehên partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê yên li ser sînorê Rizgarî yê Silêmaniyê jî bi dronan êrîş hat kirin. Di êrîşên bi mûşek û dronan de, 9 pêşmergeyên li kampa Civata Kedkarên Şoreşger ên Kurdistana Îranê jiyana xwe ji dest dan.

Endama Sekreteryaya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Laleş Bîçîmlî, diyar kir ku çar parçeyên Kurdistanê bi êrîşên dewletan re veguherîne navenda şer û pevçûnan û li dijî van êrîşan banga avakirina yekîtiya Kurdan kir.

‘Ne çar parçe em yek in’

Laleş Bîçîmlî, diyar kir ku êrîşên Muhafizên Şoreşê yên Îranê li dijî Herêma Kurdistanê, ji nebûna yekîtiya neteweyî ya Kurdan hêzê digre û got: “Ev rewş nîşan dide ku divê êdî yekîtiya Kurd di hemû qadan de bi awayekî lezgînî pêk were."

Laleş Bîçîmlî, da zanîn êrîş tenê bi têkoşîna hevbeş dikarin vala bên derxistin û wiha axivî:

"Yekîtî dê wan bêhez bike, me jî xurt bike. Çareseriya gelê Kurd yekîtî ye. Lewma em dibêjin, Ne çar parçe, em yek in.’ Îro, çi li Rojava, çi li Rojhilat, çi li Başûr her devera ku zilm lê heye divê em vê yekê wekî ku li me hatibe kirin bibînin û li dijî vê bikevin nava tevgerê. Divê em zilma ku li herêmeke Kurdistanê tê kirin, mîna êrîşek li dijî hemû gelên Kurdistanê hatiye kirin, bigrin dest.”

'Tekane çareseriya pirsgirêkan yekîtî ye’

Laleş Bîçîmlî, bi taybetî li jinên Kurd banga hevgirtinê li hemû Kurdan û gelên Kurdistanê kir û got: "Gelê Kurd bi salan e rastî qetlîamên dewletên cuda tên. Em nikarin girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û yekîtiya Kurdan ji hev cuda bigrin dest. Em weke Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, bawer dikin ku ev yekîtî bi hêza jinan dikare were bidestxistin. Pêvajo di qonaxeke hesas de ye, tekane çareseriya gelek pirsgirêkên ku em îro dijîn yekîtî ye."

‘Encama pêvajoyê wê bandorê li her çar parçeyan jî bike’

Laleş Bîçîmlî, tekez kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikare ji bo çareserkirina qeyranên li herêmên din ên Kurdistanê tên jiyîn jî bibe modelek û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:

"Ji ber ku Kurd nikarin yekîtiyê bi dest bixin, rastî zext û zilmê tên. Ger pêvajo li Bakurê Kurdistanê bigihîje encama ku tê hêvîkirin, pêkan e li parçeyên din jî bi bandor be. Em ji pêvajoyê bi hêvî ne.”