Kurdistan Koçer: Em destûra bi hişmendiya mêr hatiye nivisîn qebûl nakin
Jinên Kurd di konferansa ku lidar xistin de helwesta xwe ya li hember destûra ku ya li Şamê hat danîn, nîşan dan. Endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Koçer a beşdarî konferansê bûbû got: “Em destûra bi hişmendiya zilamperest qebûl nakin.”

AVRÎN TOLHILDAN/AVESTA SOZDAR
Qamişlo – Di 23’ê Adarê de li bajarê Qamişloyê konferanseke jinên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. Di vê pêvajoya nû de, ev yekemîn konferansa jinên Kurd bû ku bi guhertina rewşa Sûrî re ji bo helwesta xwe li hember desthilata Şamê û destûra nû nîşan bidin. Di vê konferansê de ji partiyên siyasî, rêxistinên jinan, nûnerên saziyên jinan, gelek rewşenbîr û nivîskar tevî Rêveberiya Xweser û gelek jinên aktîvîst ên serbixwe jî amade bûn. Bi taybetî hêzên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî di vê konferansê de amade bûn.
‘Em vê destûra bi hişmendiya zilamperest qebûl nakin’
Konferans bi nirxandina rewşa siyasî destpê kir û ji bo yekkirina helwestên xwe, mijar û prensîbên girîng hatin nîqaşkirin. Hemû jinan jî destûr û feraseta ku cîh nade jinan red kirin û pêşniyarên pêwîst kirin. Bi taybetî yek jî helwesta ku bi awayekî xurt di konferansê de derket pêş, ya YPJ’ê bû.
Endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Koçer jî di konferansê de amade bû. Kurdistan Koçer nerazîbûna xwe ya li hember cîhnegirtina jinan a di destûra nû ya Sûriyeyê de û neqebûlkirina hebûna jinan a di hêzên parastinê de, bi tundî nîşan da û wiha got: “Me 13 salên têkoşînê li pişt xwe hiştin. Em bi saya ewqas kedê hevrêyên me yên şehîd û hevrêyên ku niha di çeperên şer de liberxwe didin, gihîştin van rojan. Ji ber vê ji vir û pê de em bi ti awayî nikarin înkarkirina jinê û hebûna jinan a di qadên têkoşînê de qebûl bikin. Em vê destûra nû ya ku bi hişmendiya zilamperest hatiye nivîsandin û tê ferzkirin, bi tu awayî qebûl nakin. Ji ber vê yekê îro em li vir kom bûne û em van nîqaşan dikin.”
‘YPJ misogeriya jinan e’
Endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Koçer diyar kir ku wê ev ne konferansa yekê û ne ya dawî be ku tê de mafên jinan û cîhgirtina jinan a di destûra nû ya Sûriyeyê de were nîqaşkirin. Kurdistan Koçer destnîşan kir ku li kêleka vê yekê jî gelek jinan hebûna YPJ’ê wek hebûn û misogeriya hebûna xwe pênase kirin û tekez kirin ku wê jin bê parastin nikaribe jiyan û têkoşîn bike.