Kurd li Xorasanê bi dev ji zimanê xwe yê dayîkê bernadin

Zîlan Ahmedî diyar kir ku li Xorasanê bi îşkence, gef û girtinê hewl tê dayin ku Kurdan bitepisînin û got: “Serpandina zimanê Farisî û lawazkirina zimanê Kurdî neheqiyeke ducarî ye li hember sê milyon welatiyên Kurd ên bakurê rojhilatê Îranê.”

SUVEYDA XORASANÎ

Xorasan – Bikaranîna zimanê kurdî her tim ji aliyê dewletên serdest ve hatiye qedexekirin. Qedexekirina zimanê dayîkê ku hêmana herî girîng a nasnameya nijadî, etnîkî û çandî ye, weke yek ji lingên herî mezin ên polîtîkayên asîmîlasyonê hate dîtin. Welatiyên li Xorasana bakurê rojhilatê Îranê dijîn ji van asteng û qedexeyan bêpar nînin. Farisî li ser sê milyon welatiyên kurd ên li bakurê rojhilatê Îranê dijîn tê ferzkirin û zimanê wan qedexe ye. Ev siyaseta çewisandinê bi taybetî ji bo mamoste û zimanzanên kurd bûye xemeke mezin. Yek ji jinên li Xorasanê di warê ziman û çanda Kurdî de dixebite Zîlan Ahmedî têkildarî zextên xwe yên li ser Kurdî ji ajansa me re axivî.

Zîlan Ahmedî ku xwe weke çalakvana çandê da nasîn, diyar kir ku zimanê Kurdî li Xorasanê xwedî dîrokeke kevn e û wiha got: “Li gorî belge û pirtûkên dîrokî hemû eşîrên kurdên kurmanc û hin eşîrên wan bi fêlbaziyên cuda bikar anîne. ji bo ku bi dagirkerên Ozbek re rû bi rû bimîne sê dewran li sirgûnê bû û bi polîtîkayan şandin herêma Xorasanê ya li bakurê rojhilatê Îranê. Ev eşîrên kurd piştî têkbirina dagirkeran û derxistina wan ji sînorên bakurê rojhilatê Îranê li herêmeke berfireh li Xorasanê bi cih bûn. Lê hinek lêkolîner û dîroknas di wê baweriyê de ne ku hebûna kurdan li Xorasanê vedigere sedsalên beriya serdema Sefewiyan. Weke ku ev ziman li Rojhilat, Bakur, Başûr û Rojava jî xwedî dîrokeke çend hezar salî ye.”

Çalakvanên Kurd di bin gefa girtinê de ne

Zîlan Ahmedî anî ziman ku li Xorasanê polîtîkayên cuda yên zextê yên li ser gelê kurd berdewam dikin û got: “Nebûna azadiya derbirînê ya çalakvanên çandî yên li vê heremê, bi riya prosedurên derzagonî û bê ku biryarê darazê be girtina çalakvanan, îşkence û gefên bi pergalî yên li dijî çalakvanên çandî û zimanê Kurdî yên li Xorasanê, binpêkirinên mafên mirovî yên bi pergalî ne.”

Zîlan Ahmedî, anî ziman ku ewlehiya çalakvanan tune ye û got: "Eger yek ji çalakvanên çandê yên li Xorasanê ji bo her sedemekê biçe Rojhilat, Rojava, Bakur û Başurê Kurdistanê, ew ê bibe. Piştî ku vegeriyan Xorasanê bang li saziya îstixbarata herêmê kirin û jê pirsîn."

'Hewl didin çanda Kurdan tine bikin'

Zîlan Ahmedî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Tevî zext û gefên li dijî çalakgeran jî bi awayekî cidî çalakiya xwe didomînin. Tevî xalên 15 û 19 ên makezagona Îranê asîmîlasyon li ser me tê ferzkirin. Ev xala qanûnê mafê me dide ku li cihê ku em lê dijîn bi zimanê xwe yê dayikê û perwerdeyê bibînin û bidin. Mixabin her çend ev maf qanûnek ji aliyê hikûmetê ve hatiye nivîsandin jî, ji aliyê hikûmetê ve tê binpêkirin û ji destê gel tê girtin. Hikûmet hewl dide 3 mîlyon ji holê rake, li bakurê rojhilatê Îranê bi asîmîlekirinê çanda kurdan tune dikin.”

'Bi xebatên xwe hemû gefan ji holê radikin'

Zîlan Ahmedî da zanîn ku çalakvanên çandê yên Xorasanê bi hemû hêza xwe hewl didin zimanê Kurdî zindî bihêlin û wiha got:

“Bi giştî li Xorasanê tenê çend komeleyên edebî û çandî heftane civînan li dar dixin. Nêzîkî du sal in mamosta û çalakvanên ziman li Xorasanê karîn mafê fêrkirina zimanê kurdî di dibistanan de li parlamentoya Îranê êrê bikin. Lê bi dîtina min ev ji bilî xapandineke siyasî ne tiştekî din e. Komeleyên ku niha li Xorasanê kar dikin, derbarê helbest û muzîka kurdî de fikrên xwe bi hev re parvedikin. Ev komele di bin kontrola dewletê de ne. Mamosteyên kurd ji bo şiyarbûn û xwenaskirina gelê Xorasanê nikarin bi serbestî behsa hin mijaran bikin.

Niha tenê rêya wergirtina zanyariyan ji bo xelkê Xorasanê bi rêya kanalên dîjîtal e. Çend sal in ku çalakvanên çandî bi rêya torên dijîtal di vî warî de gavên bi bandor bavêjin. Tevî zextên hikûmetê yên li ser çalakvanên çandê, lê haya wan ji metirsiya tunebûna zimanê dayikê li Xorasanê heye, tevî hemû gefan jî, ew xebatên xwe yên perwerde û hişyarkirinê di warê zimanê kurdî de berdewam dikin. Ji bo hînkirina xwendin û nivîsandina bi kurdî gelek xebatên çandî tên lidarxistin. Eleqeya gel ji van qursên bêpere yên di qada dijîtal de roj bi roj zêde dibe.”