Krîza mirovî li Sûdanê: Nêzî 100 hezar kes li Nîla Şîn koçber bûne
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) hişyarî da ku ji ber pevçûnên berdewam ên li Sûdanê, li herêma Nîla Şîn nêzî 100 hezar kesî cihê xwe guhertine. Li gorî daneyan, ji sedî 47 ê koçberan zarok in.
Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê ji ber berdewamkirina pevçûnan û xirabbûna rewşa ewlehiyê, mimkûn e ku rewşa mirovî hîn xirabtir bibe, nemaze heke şer berdewam bike an jî ber bi deverên nû ve belav bibe.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), ragihand ku ji Çileyê vir ve nêzî 100 hezar kesên koçber ên navxweyî li herêma Nîla Şîn a Sûdanê hene. IOM’yê diyar kir ku ji sedî 41 ê malbatên koçber ên li Nîla Şîn ji kêmbûna ava vexwarinê dikişînin.
Zarok û malbat di nava şertên zehmet de dijîn
Rêxistinê piştrast kir ku ji sedî 38 ê malbatên koçber ên li Nîla Şîn di gihîştina alîkariya mirovî de rastî astengiyan tên. Her wiha zêde kir ku zarok nêzî ji sedî 47 ê tevahî nifûsa koçber pêk tînin, ku bandora mirovî ya rasterast a pevçûnê li ser malbat û sivîlan, nemaze yên ku herî zêde di bin xetereyê de ne, nîşan dide.
Daneyên heyî nîşan didin ku krîza koçberiyê li Eyaleta Nîla Şîn bûye yek ji encamên mirovî yên herî girîng ên zêdebûna leşkerî ya berdewam, ji ber zexta zêde li ser xizmetên bingehîn û hewcedariyên nifûsê li deverên bandordar.
Bandora pevçûnên giştî yên li ser Sûdanê
Rêjeya bilind a zarokan di nav kesên koçber de, bi taybetî ji ber pevçûnên berdewam û zehmetiya gihandina alîkariyê ji bo hin deverên bibandor, asta pêdiviyên mirovî girantir dike. Eyaleta Nîla Şîn yek ji eyaletên Sûdanê ye ku rasterast ji encamên pevçûnan bandor bûye; bandorên wê li deverên nû belav dibin û hejmara sivîlên ku neçar mane malên xwe biterikînin zêde dikin.
Ev koçberiya li Nîla Şîn beşek ji krîzeke koçberiyê ya berfirehtir e ku Sûdanê ji destpêka pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de di Nîsana 2023’yan de dijî, ku bûye sedema pêlên koçberiya navxweyî û reva penaberan ber bi welatên cîran ve.