Jinên Xezayê bi hêviya azadiyê sala 2026’an pêşwazî dikin

Piştî bombebaran, komkojî, koçberî û hilweşîna pêdiviyên bingehîn ên jiyanê yên du salan, jinên Xezayê ji bo vegerandina ewlehî, rûmet û mafên mirovan ên herî bingehîn, bi hêviyek hişyar li sala 2026’an dinêrin.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Di kêliya guherîna salê de, jinên li Zîvala Xezayê li ser xaçerêyek êş, hesret û hêviyê radiwestin. Di nava du salan de derbên wêranker ên nayên jibîrkirin hatin jiyî; bombebaranên bênavber, koçberiya girseyî û hilweşîna tevahî ya binesaziyê. Gelê Xezayê dema ku dikevin sala 2026’an, rûxmê rastiyên dijwar jî hêviyên xwe yên ji bo pêşerojê diparêzin.

Li gorî daneyên herî dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, li Xezayê ji Cotmeha 2023’an vir ve zêdetirê 70 hezar kesan jiyana xwe winda kirine. Raporên NY’ê destnîşan dikin ku nêzî ji sedî 70’ê kesên ku hatine qetilkirin jin û zarokên keç in; ev yek jî barê giran a jinan di vê pevçûna dirêj de hilgirtiye nîşan dide. Herwiha zêdetirê 557 hezar jin bi bêewlehiya xurekê ya giran re rû bi rû ne û ev rewş wan neçar dike ku her roj bi birçîbûnê û nebûna xizmetên bingehîn re têbikoşin.

‘Di dilê her jinekî Xezayê de ji bo bidawîbûna şer tovekî hêviyê heye’

Jina binavê Suha Sukkar, da zanîn ku bombebaranan hêviyên wan neşikandiye, berovajî bihêztir kiriye û wiha axivî: "Dibe ku êş malên me wêran kiribe, lê ew ê îradeya me neşkîne. Hêviya me ji sala 2026’an ew e ku aştî bibe hevalê me û kêna rûyê mirovan vegere. Di dilê her jinekî Xezayê de, ji bo bidawîbûna şer û destpêkirina jiyaneke bi rûmet û mirovî tovek hêviyê heye.”

Suha Sukkar, da zanîn jinên li kampên penaberan baweriya xwe ya ji bo jêhatibûnên xwe winda nekirine û wiha got: "Ev salan ji min re fêr kir ku hêvî bi rojên bê bombebaran nayê pîvandin, bi hêza me ya ku piştî her wêranbûnê rabûna li ser piyan tê pîvandin. Em ji bo zarokên xwe perwerdehiyek domdar, lênihêrîna tenduristiyê ya ji bo rûmeta mirovan guncaw û karên dê jiyana wan bi rûmet bikin dixwazin."

‘Sala 2026’an ji bo ji nû ve zinbûnê derfetek e’

Heba Krizm, sala 2026’an ji bo ji nû ve zinbûnê mîna derfetek dibîne û wiha got: "Em naxwazin axa xwe biterikînin. Em dixwazin di ji nû ve avakirina civakê de mîna hevkarên çalak werin dîtin. Me êşa windahî û koçberî jiyan kir, lê me di heman demê de kapasîteya rêxistinbûnê ya di civakên xwe yên bihêz û li ser bingeha hevgirtinê de bi dest xist. Em hêvî dikin ku sala nû dê bibe destpêkek ku jin dikarin ji bernameyên aborî sûd werbigirin, bigihîjin derfetên perwerdehiyê û kar.”

‘Em dixwazin ku sala 2026’an bibe salek aştî, maf û serfiraziyê’

Îman El-Ajla jî hêviyên xwe wiha tîne ziman: "Em tenê hejmarên di raporan de nîn in. Em dayik, zarokên keç û xwişk in; em hêviyên xwe ji bo sala nû dibin. Em dixwazin ku sala 2026’an bibe salek aştî, maf û serfiraziyê. Divê her jinek xwarinek têrkêr, stargehek ji sermaya zivistanê û rûmetek ku wê ji bandorên biçûkxistinê yên şer diparêze bidestbixe."

Daneyên pêbawer, nîşan didin ku di dema qeyranê de hewildanên jinan ên ji bo bihêzkirina civakî ya di rêza pêşîn de ne û ev yek jî rêxistinkirina piştgiriya malbatê, berhevkirina çavkaniyên xurekê, hevrêzkirina alîkariya mirovî û domandina perwerdehiyê li kon û deverên xizan e. Her çend her gav ji aliyê hejmarên fermî ve nehatibin belgekirin jî, ev hewildanan tevna rastîn a jiyana rojane li Xezayê pêk tînin û kapasîteya jinan ji bo berxwedan û afirîneriyê di şert û mercên dijwar de eşkere dikin.

"Gelo em çawa dikarin ji bo zarokên xwe pêşerojek baştir mîsoger bikin?"

Ev pirsan ne tenê xeyal in; mafên mirovanê ku di qanûna navneteweyî de tê nas kirin. Her jin û zarokek keç a li Xeza û li cîhanê, wê mafê heq dike. Jinan, perwerdehiya zarokên keçan ji bo guhertina vê rastiyê mîna amûrek dibînin.

Şert û mercên jiyanê ya li Xezayê hêj pir dijwar e. Zêdetirê ji sedî 70’ê binesaziyê wêran bûye, tesîsên tenduristî, av û perwerdeyê zirar dîtine û xwegihandina xizmetên bingehîn veguher mûcîzeyek rojane ye. Dema ku nexweş, kal û pîr û zarok di rêzan de li benda ava vexwarinê diseknin, jinên ducanî jî ji ber lênêrîna tenduristiyê ya nebaş bi xetereyên zêde re rû bi rû ne.

Li gorî lêkolînên Neteweyên Yekbûyî, nêzî ji sedî 96’ê jinên li Xezayê di dema şer de bi hinek cûreyê tundiya li ser bingeha zayendî re rû bi rû mane; ji êrîşa devkî û aborî bigre heta zirara fîzîkî, girîngiya piştgiriya derûnî û xizmetên pêşîlêgirtinê nîşan dide.

Rûxmê hemû hejmarên xemgîn jî, jinên li Xezayê dev ji xeyalên xwe bernadin û sala 2026’an ji bo ji nû ve şêwekirina jiyana xwe mîna derfetek dibînin. Ew ne tenê dixwazin ji şer xilas bibin, di heman demê de dixwazin destkeftiyên mirovî yên domdar ên mîna perwerdehiya zarokên keç, xurtkirina aborî, lênêrîna tenduristiyê ya aram û civakên hevgirtinê ku rûmeta mirovan diparêzin bi dest bixin.

‘Hêviya me di sala 2026’an de ew e ku ji rizgarbûnê ber bi avakirinê ve biçin’

Îman El-Ajla, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:

"Hêviya me ew e ku di sala 2026’an de em ji rizgarbûnê ber bi avakirinê ve biçin. Em dixwazin ku ev sal mîna sala ku jinên Xezzeyê rabûn ser piyan û civaka xwe ber bi pêşerojek geştir ve birin bê bîranîn."

Ev gotinên zindî ne tenê gotin in; dengê berxwedan û biryardariyê ne ku rûxmê şokan jî ji tecrûbeyê bihêzbûye ye. Jin hêviyek bêdawî hildigirin û nêzîkî rastiya ku dixwazin bigihijîn dibin. Jinên Filistînî di hemû qadên jiyanê de mîna hevkarên çalak di pêvajoyek başbûn an aştiyê ya rast de jî mîna aktorek bingehîn tên dîtin.