Kovara Jin: Destkeftiyên Jinan Ne Mijara Bazarê ne!
Hejmara 173'yemîn a Kovara Jinê bi sernavê "Destkeftiyên Jinan Ne Mijara Bazarê ne!" hate weşandin.
Navenda Nûçeyan – Hejmara 173'yemîn a Kovara Jinê li ser destwerdanên heyî yên ku mafên jinan ên bi zehmetî hatine bidestxistin hedef digirin, balê dikişîne ser pakêtên reforma dadwerî, nîqaşên nafakayê, polîtîkayên malbatê û otorîterîzmê. Jinan di vê hejmarê de bal birine ser polîtîkayên ku ewlehiya aborî ya jinan, mafên hemwelatîbûna wekhev, mafê jiyanê û cihê wan a di bîra civakî de dibin hedef.
Hemû sernavên di hejmara dawî de wiha ne:
*Hûn nikarin bi pakêtên xespê zincîrê biavêjin îradeya me ! / Halide Turkoglu
*Îktidara otorîter dibe di destpêkê de mafên bingehîn ên jinan dike hedef / Reyhan Yalçindag
*Malbat an jin ? / Canan Gullu
*Ne nafaqaya xizaniyê, ewlehiya aborî ya li gor mirovan / Sakine Esen Yilmaz
*Em nafaqayê jî jiyanê jî diparêzin / Newroz Uysal
*Di rastiya mêtingehê de Dêrsim / Şukran Demir