Kovara Jin: Destkeftiyên Jinan Ne Mijara Bazarê ne!

Hejmara 173'yemîn a Kovara Jinê bi sernavê "Destkeftiyên Jinan Ne Mijara Bazarê ne!" hate weşandin.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 173'yemîn a Kovara Jinê li ser destwerdanên heyî yên ku mafên jinan ên bi zehmetî hatine bidestxistin hedef digirin, balê dikişîne ser pakêtên reforma dadwerî, nîqaşên nafakayê, polîtîkayên malbatê û otorîterîzmê. Jinan di vê hejmarê de bal birine ser polîtîkayên ku ewlehiya aborî ya jinan, mafên hemwelatîbûna wekhev, mafê jiyanê û cihê wan a di bîra civakî de dibin hedef. 

 Hemû sernavên di hejmara dawî de wiha ne:

 *Hûn nikarin bi pakêtên xespê zincîrê biavêjin îradeya me ! / Halide Turkoglu

 *Îktidara otorîter dibe di destpêkê de mafên bingehîn ên jinan dike hedef  / Reyhan Yalçindag

  *Malbat an jin ? / Canan Gullu

 *Ne nafaqaya xizaniyê, ewlehiya aborî ya li gor mirovan  / Sakine Esen Yilmaz

 *Em nafaqayê jî jiyanê jî diparêzin  / Newroz Uysal

 *Di rastiya mêtingehê de Dêrsim /  Şukran Demir