Kovara Jin bi berga ‘Komkujer dê li dijî Şoreşa Jinê têk biçin’ derket

Hejmara 98’emîn a kovara Jin bi berga ‘Komkujer dê li dijî Şoreşa Jinê têk biçin’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 98’emîn a kovara Jin ku her hefte roja yekşemê tê weşandin bi berga “Komkujer dê li dijî Şoreşa Jinê têk biçin” derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê di hejmara xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser komkujiyên HTŞ’ê yên li Sûriyeyê li dijî jinan.

Sernavên di hejmara nû de cih girtin wiha ye:

“* Jin paradîgmaya xwe dibînin / Rojbîn Denîz

* Siya oryantalîst a Rojavayiyan: Sûriye, Elewî û ‘Weke çanda Rojhilata Navîn’ Şerîet / Hulya Îmak

* Hêvî balgiyê wê ye / Kayuş Çalikman Gavrîlof

* Di dîzayna nû ya cîhanê de jin! / Ebru Gunay

* Rîtuela rizgarkiyê / Zîlan Esen.”