Kovara Afaq Elmeraa ev du sal in dibe dengê jinan
Sernivîskara kovara Afaq Elmeraa Dîlan Osman diyar kir ku ew dibin dengê jinan û destnîşan kir ku bi saya kovarê, zanabûna jinan zêdetir dibe.

ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Di 20’ê Gulanê de duyemîn salvegera weşana kovara “Afaq Almeraa” (Asoyên Jinan) e. Kovar, li ser navê jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikeve. Afaq Almeraa weke kovareke rewşenbîrî, siyasî û çandî dest bi weşanê kir. Ji du mehan carekê bi zimanê Erebî tê weşandin. Sernivîskara kovara Afaq El- Mera, Dîlan Osman têkildarî salvegera Afaq El-Mera (Asoyên Jinan) ji ajansa re axivî.
‘Em li hemû jinên cîhanê pîroz dikin’
Dîlan Osman salvegera Kovara Afaq Elmeraa ya duyemîn li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Em ber bi 20’ê Gulanê salvegera duyemîn a kovara Afaq Elmeraa ya ku niha gihîştiye hijmara 13’an ve diçin. Ev keda ku hatiye dayîn ne tenê bi keda ekîba kovarê ye, keda gelek jinên bi pênusa xwe ya azad xwestin beşdarî derxistina van hejmaran bibin, çêbû. Em vê salvegera duyemîn li van jinan û tevahî jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikin. Li tevgera jinan jî pîroz dikin ku piştgiriyeke gelekî mezin ji bo vê kovarê da.”
‘Hejmara 13’emîn derket niha amadekariya ya 14’an tê kirin’
Dîlan Osman bal kişand ser kar û xebatên ku kovara Afaq Elmeraa di nava du salan de weşandiye û zehmetiyên ku hatine kişandin wiha anî ziman: “Me du sal li pey xwe hişten. Em niha dikevin sala xwe ya 3’yemîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxistina 13 hijmaran ku niha amadekariya hejmara 14’an tê kirin, girîng e. Gelek zehmetî hatin kişandin. Herêma me di nava gelek zehmetî û kêfxweşiyan re derbas dibe. Em jî weke ekîba kovarê bi wan zehmetiyan re rûbirû man. Kovara Afaq Elmeraa di rol û mîsyona şoreşê de cihê xwe girt û berpirsyarî girt. Tevî ku herêm di demên pir zehmet de derbas dibû jî, weşana xwe domand. Her çiqas du sal temenek ne dirêj e jî, dema ku mirov li berhemên kovarê dinhêre, dibîne ku berpirsiyariyek pir mezin e. Dema em qala kovarê dikin, beşên wê yên siyasî, çandî û civakî hene. Ji bo ku ev destkeftî yan jî dozên di mijarên siyasî, çandî û civakî de ku mirov bigre dest, zehmetiyên xwe hebûn. Bi tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi keda jinan çêbû, sîstemeke demokratîk li herêmê ava bû. Bi riya kovarê, gihandina jinên cîhanê zehmetiyên xwe hebin jî cihê serkeftinê ye.”
‘Deriyê kovarê her dem ji jinan re vekirî ye’
Dîlan Osaman balkişand ser bandora ku kovara Afaq Elmeraa li jinên Rojhilata Navîn kiriye û wiha domand: “Sedema ku hişt kovara Afaq Elmeraa dest bi weşanê bike, asta jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zanabûn bû. Armanc ew bû ku ramanên azad ne tenê di herêmek de bi sînor bimînin. Ji bo ku xwe bighînin hemû jinên bi zimanê Erebî danûstendin dikin û tecrubeya xwe bighînin jinên Rojhilata Navîn bû. Di 13 hejmaran de her hejmarek dozek pêşinyar kiriye. Ev bi xwe re bandorên gelekî mezin tîne û gelek jinên ku sûdê jê girtin hebûn. Gelek jinên li Ewropayê hene heta niha jî serlêdana kovarê dikin bi riya medyaya civakî medya pêwendî di navbera me û wan jinan de heye. Ew gelekî bi meraq in li hemberî van dozên ku em weke kovar pê radibin. Deriyê kovarê her dem ji jinan re vekirî ye.”
‘Jinên ku nerîna wan hatibû paşguhkirin fikrên xwe tînin ziman’
Dîlan Osman behsa girîngiya nivîskarên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kir û wiha pê de çû: “Piştî 13 hejmaran ev lêvegera ku ji bo jinan çêbû, pênûsa jinên azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bingehek gelek xurt ava kir. Berê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wisa girîngî nedidan nivîsê, lê niha jinên li qadên rizgarkirî ku di nava ewqas tarîtiyê de man, jinên ku nerînên wan gelekî hatibûn paşguhkirin, nêrînên xwe yên azad bi riya kovarê tînin ziman. Ev serkeftineke gelek mezin e ji bo me jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ekîba kovara Afaq Elmeraa.”
‘Em ê mijarên xurtir pêşkêş bikin’
Dîlan Osman tekez kir ku ew ê her dem di nava hewldanan de bin, mijarên xurtir ji bo kesên dişopînin pêşkêş bikin û wiha bidawî kir: “Ji bo jinên ku nivîsandine, asta zanebûna jinan di riya kovarê de mirov dibîne. Ew ast û hişyariya ji bo nasnameya xwe gelekî bilind e. Asta van jinan hêviya me mezin dike, em dizanin ku her biçe dê ev kovar baştir bibe. Ji ber ku em ne tenê ekîba kovarê ne, di nav me de nivîskar jî hene. Weke navê xwe çawa dibêjin Afaq Elmeraaz (Asoyên Jin) ev asoyên heyî weke çavkaniyê ne ji bo fikra neteweya demokratîk û rizgariya jinan wê rola xwe her dem bilîzin.
Em jî bi nivîskarên xwe re, jinên ku dixwînin dişopînin, nêrîn didin, xurt dibin. Pêşniyar û nêrînên jinan ji bo me girîng in. Gelek jinan hewl dan bi me re bibin alîkar. Divê mirov dikare keda wan silav bike, weke tevgerên jinan li Misir, Tûnis û Lubnanê, hewldanên wan jî hebûn. Mirov dibîne ku sînorên erdnîgarî derbas kirine belav dibin. Em wek ekîba kovarê ji bo pênûsa jinan azad bibe, ji bo ku jinên zana û rewşenbîr bi pêş bikevin, em ê her dem di nava hewldanan de bin. Em ê mijarên xurtir ji bo kesên ku dişopînin her dem pêşkêş bikin.”