Konferansa Ciwanên Başûrê Kurdistanê dest pê kir

Bi beşdariya zêdetirî 100 ciwanan Konferansa Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Sosyalîzma demokratîk bi ciwanên rêxistinkirî dê bi ser bikeve’ dest pê kir.

Silêmanî- Li Otêla Dawa ya li bajarê Silêmaniyê di bin pêşengiya Rêxistina Yesna de, li ser nirxandin û pêşkêşkirina çareseriyan ji bo pirsgirêkên ku ciwan pê re rû bi rû dimînin, konferansek hat lidarxistin.

Konferansa Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Sosyalîzma demokratîk bi ciwanên rêxistinkirî dê bi ser bikeve’ û bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên riya azadî û demokrasiyê dest pê kir. Ji bajar û bajarokên herêma Kurdistanê zêdetirî 100 ciwan beşdarî konferansê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê ciwanên Başûr, Îman Umêd di axaftina vekirinê de qala dîroka Kurdistanê û çawaniya parçekirina wê ji aliyê dagirkeran ve kir û wiha axivî: “Bi avabûna çar netew-dewletên li herêmê re, gelê Kurd di qonaxeke metirsîdar re derbas bû demografiya gelek bajar û herêman guherandin, ciwan û jin hê jî tên çewisandin. Lê gelê Kurd li hemberî vê zulmê teslîm nebû. Berovajî vê, têkoşîn û berxwedana xwe domand. Niha gihîştine qonaxeke ku dikarin çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin lê li Başûrê Kurdistanê, ji ber bandora dewleta kapîtalîst, pirsgirêkên bingehîn ên wekî jin, ciwan, rêveberî, zîhniyeta desthilatdariyê, talankirina binesaziya aborî ya Kurdistanê, pirsgirêkên çînî û aştî û civakî nehatine çareserkirin.”

‘Bi modernîteya kapîtalîst pirsgirêk çareser nabin’

Îman Umêd destnîşan kir ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi pergala netew-dewletê û modernîteya kapîtalîst çareser nabin û wiha domand: “Li çar beşên Kurdistanê, ev pergal li ser bingeha pirsgirêka çareserkirina mijara Kurd hatiye avakirin. Riya derketina ji vê alozî û krîzê, hilweşandina vê sîstemê ye. Ger Kurd di nava sînorên xwe de di rewşeke bêîstîqrar û bê nasnameya neteweyî bijîn, wê demê ewlehî û aştî nayê mîsogerkirin.”

‘Hêza guhertinê ciwan û jin in’

Îman Umêd tekez kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê ya beşeke Kurdistanê ye, pirsgirêkek neteweyî ye, bi dîrok û şaristaniya neteweya Kurd ve girêdayî ye û got: “Ev pirsgirêk dikare bi rêbazên demokratîk bi dewletên Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê re bi riya naskirina mafên neteweya Kurd û jiyana hevbeş a neteweyek demokratîk were çareserkirin. Weke ciwanên Başûrê Kurdistanê, em bawer dikin ku hêza vê guhertina dîrokî ciwan û jin in. Niha xwerêxistinkirina sivîl û demokratîk bi şêweya komunaliyê erka vê qonaxê ye.”