Koroya dayîkên Hivajîn strana ‘Ez Hatim’ strî

Koma koroya dayîkên ‘Hivajîn’ li parka zarokan a Abîder a Sine strana Şehrîbana Kurdî ya bi nav û deng ‘Ez Hatim’ bi cil û bergehên xwe yên neteweyî pêşkêş kirin.

SONYA MURADÎ

Sine – Di 22’ê Mijdarê de koma koroya ‘Hivajîn’ li parka zarokan a Abîder a Sineyê strana Şehrîbana Kurdî ya bi nav û deng ‘Ez Hatim’ bi cil û bergên xwe yên neteweyî pêşkêş kirin.

Koma Koroya ‘Hivajîn’ beriya du salan ji aliyê Ferşîd Hesamî ve hat damezrandin, destpêkê kom ji 12 dayîkan pêk dihat, îro nêzî sed endamên wê hene. Endamên koma Hivajîn ku belavî çar beşan hatiye kirin, rojên Şemî û Yekşeman, proveyên xwe dikin. Cihgirtina di koma Hivajîn de ji bo jinan hêvî û cesareta îfadekirina dengê wan ên bi salan hatiye tepisandin e.

Stranên hunermendên bi û deng dibêjin

Dayîkên ku di koma Hivajîn de cih digrin, jinên her dem ji bo kesên din jiyane, niha jî beşek ê demê xwe ji bo xwe veqetandine. Her carê stranên hunermendên bi nav û deng ên Kurd, dibêjin, bi vê ne tenê mîrasa çanda Kurdî diparêzin, di heman demê de êşên jiyanê û zextên rojane jî ji bîr dikin.

Strana ‘Ez Hatim’ ji aliyê hunermenda Kurd a bi nav û deng Şehrîbana Kurdî ve hatiye gotin. Şehrîbana Kurdî di vê stranê de balê dikşîne ser bedewiya xweza û çiyayên Kurdistanê, eşqên Xecê Siyabend, Ferhad Şîrîn û Mem û Zîn yên Kurd û wêjeyê.

Xebatên koma koroya Hivajîn êdî Sineyê derbas kiriye û li bajarên weke Mahabad û Tehranê didome. Klîba ku komê bi strana Şehrîbana Kurdî amade kir, piştevaniya jinan, hêvî û coşa wan a jiyanê diteyîsîne. Bi her nota û awazê de ceribandina jinan, têkoşîn û beşeke jiyanê diteyîse.