Konvoya alîkariyê gihîşt xelkê bajarê Laziqiyeyê

Konvoya alîkariyê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine şandina bajarê Laziqiyeyê, malzemeyên alîkariya mirovî li gelê herêmê hate belavkirin.

Laziqiye – Piştevaniya ji bo gelê Elewî ku rastî êrîşên çeteyên girêdayî Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ya cîhadîst hatibû, berdewam dike. Ji bo piştevaniya bi gelê Elewî re, li qadên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tên birevebirin, bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Pêşketina Mezopotamyayê konvoya alîkariyê hatibû amadekirin, di 21’ê Gulanê de giha bajarê Peravê ya Sûriyeyê Laziqiyeyê. Alîkariyên li Laziqiyeyê ji bo kesên xwedî pêwîstî yên gund û herêmê hate belavkirin.

Di konvoya alîkariyê de hezar 500 paketên xwarinê hatin hilgirtin. Di van paketan de madeyên wek şeker, ron û beqliyatên ku pêwîstiyên bingehîn pêkbîne hene.