Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo 30’ê Gulanê amade ne

Piştî ku Kongra Star bi PYD’ê re Kombûna Jinên Zenûbiya bi Partiya Sûriyeya Pêşerojê re tifaqa xwe ragihandin û ji bo hemu şaredariyan pêşhilbijartin kirin, lîsteya xwe ya namzedên jin ji bo hilbijartinên 30’ê Gulanê amade kirin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo - Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokratîk, piştî şoreşa jinan a di 19’ê Tîrmehê de pêk hat yekemîn car e ku bi hev re dikevin tifaqan. Tifaqa ku di 17’ê Nîsanê de li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê hat ragihandin, armanc mekanîzmaya destnîşankirina namzedan û derxistina lîsteya hevbeş bû ku li ser wê bingehê jî şaredariyên demokratîk dê ava bikin. Her wiha Kombûna Jinên Zenûbiya jî bi Partiya Sûriyeya Pêşerojê re li herêmên rizgarkirî, Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê, heman tifaq çêkirin.

Hilbijartinên xwecihî dê di 30’ê Gulanê de ji bo şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin lidarxistin lê li gorî dabeşkirina îdarî ya nexşeya herêmên Rêveberiya Xweser dibe ku hejmara şaredariyan zêde bibin.

Li gorî zagonan 6 bajarên mezin, tevî 40 bajar û 105 bajarok li 7 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. 

Lîsteya Kongra Star

Li ser vê bingehî jî Kongra Star, piştî ragihandina tifaqa xwe ya bi PYD’ê re li bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 24’ê Nîsanê de li bajarê Hesekê hilbijartina yekemîn dest pê kir.

Niha li gorî daneyên Kongra Star li 74 bajarên mezin, bajar, navçe û bajarokan 74 namzedên jin bi awayekî demokratîk ji hêla jinan ve hilbijartine. Li Qamişlo û 8 navçe û 25 bajarokên wê 33 namzed, li Hesekê jî li 10 navçe û 15 bajarokên wê 25 namzed, li Kobanê jî li 6 navçe û 5 bajarokên wê 11 namzedên jin ligel 5 navçeyên Şehbayê jî 5 jin bi pêşhilbijartinên ku jin dengê xwe dan hatine hilbijarin. Heta niha 74 namzedên jin hatine hilbijartin.

Duh jî li 9 bajarokên Hesekê 9 hatin hilbijartin. Her wiha 83 namzedên jin ji bo hilbijartinên 30’ê Gulanê tên amadekirin. Li gorî bernameya Kongra Star dê piştî hilbijartinan 9 namzedên din li bajarokên Hesekê yê Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêşhilbijartinên wan bi dawî bûn û bi lîsteya xwe ya ku diyar kirin ber bi hilbijartinên 30’ê Gulanê ve biçin.

Lîsteya Kombûna Jinên Zenûbiya

Li Reqayê li 3 bajar û 14 bajarokan 16 jin, li Dêrazorê li 5 bajar û 21 bajarokên wê jî 18, li 2 bajarên Minbicê ligel 5 bajarokên wê 6 jin û li 3 bajarên Tebqa û 6 bajarokên wê jî 9 namzedên jin hatine hilbijartin. Niha bi hilbijartina 49 namzedên jin ên ji bo hevserokatiya şaredariyê, Kombûna Jinên Zenûbiya amadebûna xwe ji bo 30’ê Gulanê radigihîne.

Nêzî 3 milyon kes dê biçin ser sindoqan

Li gorî amarên ku me ji Rêveberiya Xweser ên li gorî serjimariya 10’ê Sibata îsal bi dest xistine nifûsa herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye; nêzî 5 milyon û 912 hezar û 342 kes li Kantona Cizîrê, Kantona Firatê, Efrîn û Şehbayê, Dêrazorê, Reqa, Tebqa û Minbic û gundewarên wê dijîn. Her wiha ji wan 2 milyon û 686 hezar û 339 kes temenê wan ji 18 salî zêdetir e. Bi vê yekê dê 2 milyon û 686 hezar û 339 kes biçin ser sindoqan.

Serjimariya nû ya Rêveberiya Xweser bi armanca zelalkirina hejmara şêniyên ku dê biçin ser sindoqan dabû destpêkirin hê berdewam dike.