Kongra Star: Têkoşîna me yek e, çarenûsa me hevpar e
Kongra Star, bi daxuyaniyek niviskî bal kişand ser binpêkirinên mezhebî yên li Sûriyeyê û li dijî binpêkirin û êrişan banga “Têkoşîna me yek e, çarenûsa me hevpar e” kir.

Navenda Nûçeyan – Kongra Star êrîşên li dijî civaka Elewî, zêdebûna binpêkirin û tundiya mezhebî ya li dijî civaka Elewî ya li herêmên peravê yên Sûriyeyê, şermezar kir. Kongra Star, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di binê binpêkirinên mezhebî de, mohra hêzên herêmî û xwecihî heye.
Kongra Star got ku ev hêz di çarçoveya “Şerê Taybet”de tevdigerin, ev ne tenê bûyerên takekesî ne, parçeyek ji pergala bitundî ya rêxistinkirî ye jî. Kongra Star, destnîşan kir armanca van binpêkirinan perçekirina avabûna pir nasname ya Sûriyeyê ye.
‘Binpêkirinên li dijî civaka Elewî zêdetir dibin’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Di şert û mercên şer ên aloz ku ji deh salan zêdetire bandor li Sûriyeyê dike de, di çarçoveya polîtîkayên cudakariyê yên bipergalî ku armanc dikin bingehên jiyana hevpar hilweşînin de, em dibînin ku bûyerên kuştin û revandinê yên li dijî civaka Elewî ya li herêmên peravê dijîn, roj bi roj zêdetir dibin.”
‘Armanc perçekirina tevna civakî ya Sûriyeyê ye’
Kongra Star, destnîşan kir ku ev sûcên xwedî karakterê mezhebî, bi mohra hêzên herêmî û xwecihî yên di çarçoveya “Şerê Taybet” de tevdigerin, pêk tên. Kongra Star got ku ev ne tenê bûyerên takakesî ne, perçeyek ji pergala bitundî ya rêxistinkirî ye jî û ev pergal armanc dike tevna civakî ya Sûriyeyê perçe bike û bi rêya dabeşbûnên mezhebî û etnîkî, şerê navxweyî ji nû ve bide destpêkirin.
Kongra Star, da zanîn ku ew bi baweriya ’azadiya jinê bingeha azadiya civakî ye’ tevdigerin û wiha got: "Êrîşên ku îro li dijî civaka Elewî pêk tên, rasterast mafên jiyan û rûmetê hedef digre û li dijî rêgezên piralî û wekheviyê derbek e. Li Sûriyeyê aştiyek rast, li hawirdorek ku hemû pêkhatê tên parastin pêkan e; li cihekî ku cudakariya mezhebî, etnîkî an jî olî bi awayekî radîkal neyê redkirin, demokrasî nayê avakirin.”
‘Em li kêlaka hemû kesên berxwedêr in’
Kongra Star, her wiha diyar kir ku jin, gel û civak ev demeke dirêj e mafê diyarkirina çarenûsa xwe diparêzin û wiha got: “Em îro jî wek berê li kêleka hemû kesên ku li dijî zilm, îmha û vederkirinê têdikoşin in. Em dengê xwe tevlî qêrînên bi êş û serhildanê yên ji peravên Sûriyeyê bilind dibe, dikin.”
Kongra Star, ragihand ku Sûriyeya bi avahiyên navendî û vederkirinê ji nû ve bê avakirin, wê ji têkoşîna gel a rûmet û azadiyê re bibe xiyanet. Kongra Star destnîşan kir ku divê pêşeroj li ser bingeha demokrasiya radîkal, naskirina hemû nasnameyan û beşdariya jinan a ji bo qadên civakî-siyasî bê avakirin.
‘Pêdivî bi mudaxaleyek mirovî û seknek ehlaqî heye’
Kongra Star, bang li hemû rêxistinên jinên azad ên cîhanê, rêxistinên civakî û demokratîk, saziyên alîkarî û mafên mirovan û hemû mirovanên xwedî nirxên hevgirtin û azadiyê kir ku li dijî kuştin, revandin û binpêkirinên li dijî civaka Elewî bikevin nava tevgerê û wiha got: "Tiştên îro tên jiyîn ji êşên rojane wêdetir e. Pêdivî bi mudaxaleyek mirovî û seknek bi ehlaq heye.”
‘Têkoşîna me yek e, çarenûsa me hevpar e’
Daxuyaniya Kongreya Star bi van gotinan bi dawî bû: "Bila piştgiriya we, bibe nîşaneya yekîtîya têkoşîna me. Têkoşîna jinan û gelan nekarî bê perçekirin. Hevgirtina navneteweyî yekane rêya rawestandina sûcên rejîmê û hêzên dagirker e. Em ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku cihê hev hêmbezkirina gel û çandan e, destê xwe dirêjî peravên bi êş ên Sûriyeyê dikin. Têkoşîna me yek e, çarenûsa me hevpar e."