Kongra Star li ser bêrêziya li hemberî cenazeye şervana jin daxuyanî da

Rêxistina Kongra Star a kantona Firatê bi daxuyaniyeke çapemeniyê sûc û bêrêziya çeteyên HTŞ’ê ya li hemberî cenazeyê şervana jin daxuyaniyek da.

Kobanê – Çeteyên HTŞ’ê ku çend roj in taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi dijwarî bombebaran dikin, gelek komkujî pêkanîn, bi dehan sûcên şer kirin. Çeteyan cenazeyê şervaneke jin a Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku parastina taxê dikir û şehîd ket, ji ser avahiyek avêtin û pê lîstin.

Li dijî sûc û kiryarên derexlaqî ku li hemberî jinan hatin kirin rêxistina Kongra Star a kantona Firatê daxuyaniyeke çapemeniyê li qada Jina Azad da. Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Lujeyn El-Salim ve, bi zimanê Kurdî mamosteya zimanê Kurdî Leyla Mislim ve hatin xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji 6’ê Çileyê ve hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi piştgiriya rasterast a dewleta dagirker a Tirkiyeyê êrîşeke berfireh û sîstematîk li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê destpê kiriye. Di vê êrîşa ku bi beşdariya komên çekdar ên girêdayî wê pêk hatiye, çekên giran ên curbecur ku di na wanv de tank, wesayîdên zirxî û dron hene hatin bikaranîn. Ev êrîş beşek ji siyaseta sîstematîk e ku armanc ew e bi darê zorê guhertina demografîk li ser herêmê pêk bîne û niştecihên resen, bi malbatên wan re ku ji ber polîtîkayên dagirkeriya Tirkiyeyê ji herêma Efrînê penaberî van taxan bûne, careke din koçber bike. Ev hemû beşek ji hewldanên ferzkirina kontrolkirin û vejandina projeyên hegemonîk ên bi karekterê Osmanî ye.

Kiryarên xwe dubare kirin

Di berdewamkirina van sûcan de dîmenek belav bû. Komeke çekdar cenazeyê şervaneke jin a Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji avahiyek bilind diavêjin erdê. Ev kiryar binêkirineke eşkere ya rûmeta mirovan û sûcê şer e. Berê ji aliyê DAIŞ’ê ve li Şengalê û ji hêla komên girêdayî Tirkiyeyê ve li Efrînê hatibûn kirin. Ev reftar hişmendiyeke tundrew a li ser bingeha tundî û dûrxistinê nîşan dide. Armanc ew e ku jinan hedef bigrin û tolê ji ber rola wan a pêşeng di berxwedana li dijî DAIŞê û parastina nirxên azadî û demokrasiyê de bigrin. Ji ber ku jinan li Kobanê, Baxoz û Şêx Meqsûd modekele berxwedanê ava kirin.”

‘Divê ku kesên van sûcan dikin li dadgeha navneteweyî werin cezakirin’

Kongra Star di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Li ser bingeha berpirsyariyên xwe yên siyasî û exalqî, em weke Kongra Star van sûc û binpêkirinên ku li dijî jin, zarok û sivîlan hatine kirin, bi tundî şermezar dikin û em hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û piştgirên wê ji hêla qanûnî û siyasî ve bi tevahî berpirsiyar dibînin. Her wiha em bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, dewletên garantor û rêxistinên hiqûqî yên navdewletî şermezar dikin û daxwaza rawestandina van êrîşên dijminane kirin. Divê ku mercên parastina sivîlan çêbibin. Der barê van kiryarên dermirovî û derexlaqî de divê lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe were vekirin sûcdar werin cezakirin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.