Kongra Star êrîşên li peravê şermezar kir
Koordînasyona Kongra Star êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê li dijî xwepêşandanên peravê Sûriyeyê şermezar kir û diyar kir ku divê hemû kes li dijî van êrîşan bisekinin.
Navenda Nûçeyan – Duh hêzên cîhadîst ên Heyet Tehrîr el-Şam êrîşî xwepêşandanên gelê Elewî li peravê kirin û di encama êrîşê de bi dehan kes birîndar bûne û hatine kuştin. Li gorî agahiyan, di êrîşan de kêr û şûr hatine bikaranîn, her wiha hewl hatiye dayîn ku bi wesayîtan mirovan birevînin û gaza rondikrêj hatiye bikaranîn. Bertekên li dijî vê êrîşa hovane zêde dibin. Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyekê êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê li dijî xwepêşandanên peravê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Wek tê zanîn li ser esasa xwesteka federalîzmê û xwe rêvebirinê li Lazkiye, Tarsus, Ceble û Humusê gelê Elewî xwepêşandanên aştiyane lidarxist. Bi hezaran kes tevlî xwepêşandanan bûn û di nava vê xwepêşandanê de jinana roleke mezin lîst. Lê belê mixabin dîsa ji aliyê cihadîstên hukumeta demkî ve rûbirûyê êrîşên hovane hatin. Di encamê de jî bi dehan kes hatin qetilkirin, bi sedan kes hatin girtin, birîndar kirin û îşkencekirin.
Ji berî her tiştî em kesên ku di vê çalakiya mafdar de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbata wan û gelê Elewî re sersaxî dixwazin. Ji birîndaran re şifaya acîl dixwazin. Teybet jî ew jinên ku di xwepêşandanande cih girtine, pêşengtî kirine yên ku hatin qetilkirin em bi bîr tînin û em dibêjin ku em ê têkoşîna wan bidomîn in. Dîsa jinên ku birîndar bûne em hêvîdarin ku di demeke nêzde bigihijin tendurustiya xwe.
Gelê me dizane ku, li dijî xwepêşanderan ji aliyê cîhadîstan ve raste rast gulle hatiye barandin, bi tankên zirxî pêlî wan kirine, gelek kes derp kirine. Ji bo ku ev bûyere ji raya giştî re neyê teyisandin jî li dijî rojnamegeran êrîş hatiye pêk anîn û qemereyên wan hatiye desteser kirin.
‘Ev pêkanîn sûcên mirovatiyêne û sûcên şerin’
Ev pêkanîne li ber çavê hemû cîhanê tên kirin û sûcên mirovatiyêne û sûcên şerin. Hikûmeta demkî ji van êrîşan berpirsiyare. Di demeke wiha de ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ve hewldanên ji bo Sûriyeke nenavendî, aştiyane di asta jorde çêdibin de, êrîşên bi vî rengî nayên qebûl kirin û derb lêxistina pêvajo û diyalogê ye.
Divê êdî hikûmeta demkî bikeve ferqêde ku di Sûrîde gelek netew hene û her netewek jî dixwaze bi rengê xwe û îradeya xwe jiyan bike. Herkes mecbûrê qanûnên şerîatê, ên cîhadîst kirin pergaleke bi vî rengî sepandin wê komkujiyên gelan, şêren mezhebî, şerên netewî bi xwere bîne. Wê ji derveyî alozî û tundiyê tu encam din dernexe. Rejîma cîhadîst bi vî rengî hemû hewldanên aşîtiyane, çareseriyê binpê dike û ji nedîtîve tê. Bi vî rengî jî hemû encamên ku Sûrîyê ber bi aloziyeke kûr ve dibe hukumeta demkî, rejîma colanî raste rast berpirsiyare. Sûrîyeke nenavendî, demokratîk, aştiyane wê qezencê ji hemû netewan re bîne û wê jiyaneke bi ewle bi xwere avabike.
‘Em ê bê têkoşînê bi serbikevin’
Li aliyê din, em ji hemû raya giştî re dibêjin ku bila li hemberê van êrîşên hovane bêdeng nemînin. Her kesê ku ji bo mirovatiyê, ji bo mafên gelan, ji bo demokrasiye têkoşîn dike pêwîste deng derxe. Dîsa bila herkes bizane ku yên ku di van xwepêşandanan de pêşengtî kirî, jin bûn û di encamê de jî gelek jin hatine qetilkirin û hatine girtin. Derveyî vê jî rojane jinên Elewî, Durzî, Xrîstiyan bi pêkanînên cîhadîstan ên hovane re rûbirû dimînin. Li dijî van pêkanînan em hemû rêxistinên jin ên dijî van pêkanînan disekinin re dibêjin ku bila hêza xwe bikin yêk, bi yêk dengî ji bo jinên Elewî, ji bo gelên Elewî deng derxin. Dîsa em teybet bang li jinên Elewî yên hemû cîhanê dikin ku bila piştgiriya xwe ji bo gelê Elewî nîşan bidin. Em ê bi têkoşîneke hevpar li dijî pêkanînên cîhadîstan serbikevin.”