Konferansa Pregala Hevserokatiyê li Hesekê hat li darxistin

Bi armanca avakirina pergala demokratîk û wekhev, Kongra Star konferansek taybet a pergala Hevserokatiyê li bajarê Hesekê li darxist.

Hesekê – Di çarçoveya çalakiyên Kongra Star ên ji bo gotûbêjkirina sîstema hevserokatiyê û bi armanca avakirina pergala demokratîk û wekhev, îro Kongra Star konferansek teyabt a pergala Hevserokatiyê li Navneda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li taxa Kebaba a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê li darxist.

Sîstema Hevserokatiyê di Tevgera azadiyê de wek têgîn cara yekem li Îmraliyê, di 20’ê Îlûna 2004’an de, bi riya Hevdîtinek li gel Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate kirin ket rojevê. Şoreşa 19 ‘ê Tîrmehê ev sîstem esas girt û di hemû qadên jiyanê de pêk anî.

Di konferansê de 350 delege ji Hevserokên Meclis, Saziyên Civaka Sivîl, nûnerên partiyên siyasî û leşkerî  amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, perspektîfên Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) derbarê girîngiya sîstema hevserokatiyê, sedem û pêwîstiya pêkanîna wê, ji aliyê Endama Kordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê Ala Îbrahîm ve hate xwendin.

‘Em ê siyasetê vegerînin ser riya rast’

Berdevka Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Netewî Xemgîn rewşa siyasî nirxand û wiha anî ziman: "Ev Konferans pêşeroja civaka demokratîk û avakirina jiyanek wekhev e. Hêzên desthilatedar siyasetê ji riya wê dûrxistinee. Ev Konferans Siyasetê vedgerîne li ser riya wê ya rast, ji ber ku siyaset a civaka Demokratîk e. Siyasetên dewleta Netew ji bo şer her tev digerin, tu carî ji bo hevgirtina gelan, jiyana azad û parastina mafên pêkhateyan kar û xebat nekirine .Kilîta çaerseriya hemû kirîzan çaresrkirina pirsgirêka Kurdî ye, ji ber ku sîstemên netew dewlet qebûl nake ku pêkhateyên din bi reng û dengê xwe xwe bide nasîn û rola xwe bilîze .Ji bo wê jî Em dikarin bêjin sîstema Hevserokatiyê sîstemek di riya wê de hemû pirsgirêk werin çareserkirin lewma belavkirina vê sîstemê li tevahî Sûriyeyê gavekî girîng e ji bo parastina her pêkhate, ol, bawerî û mezheban.”

konferansê bi nîqaşên li ser girîngiya pirojeya Hevserokatiyê hate kirin ku zemînek bi pêşengtiya jinan ji bo avakirina jiyanek komînal, azad û demokratîk e û pirojeya hevserokatiyê ji bo Sûriyeya nû wê çareserî û bersiva pêvajoyê be, bi dawî bû.