'Konferansa Yekrêziya Kurdî dê mafên Kurdan li Sûriyeya nû misoger bike'

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif û Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Ebdullah dan zanîn ku konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî dê mafên gelê Kurd di pêşerojê de misoger bike.

HASNA MUHAMMED

Qamişlo – Cara yekem e ku li Rojavayê Kurdistanê konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî tê lidarxistin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe de her tim bang kir ku konferansa netewî bê lidarxistin, lê ji ber pirsgirêkên siyasî ev pêk nedihat. Ev konferans, bû yekem gavê ber bi konferansa netewî ve hatiye avêtin. Lewma ji bo Kurdan gelek girîng bû. Di vê konferansê de nûnerên partî û hêzên Kurdî û Kurdistanî ji Bakur, Başûr, Rojava û deverên din ên herêmên Sûriyeyê amade bûn.

Eleqeya netewî û navnetewî

Konferansa dîrokî, bi 400 delegeyan dest pê kir. Çapemeniya netewî û navnetewî jî eleqeyek mezin nîşanî konferansê dan. Ji ber ku çav û guh û dilê Kurdan li vê konferansê bû, gelek saziyên ragihandinê beşa ku ji çapemeniyê re vekirî bû, zindî dan. Di hesabên medyaya civakî de jî rojeva Kurdan, ev konferans bû. Li Tirkiyê jî konferans bi baldarî hat şopandin. Nûnerên gelek partî, rêxistin, sazî û derdorên Kurd yekem car di konferansek wiha de hatin cem hev. Di nav wan de nûnerên ol û baweriyên cuda jî hebûn. 

Kurd ji bo pîrozbahiyê daketin qadan

Ev konferansa ku gavek dîrokî ye, di dîroka Rojavayê Kurdistanê de, bi saya têkoşîn û berxwedana têkoşeran li çar perçeyên Kurdistanê pêk hat. Hemû hêzên Kurd li hev civiyan û li ser misogerkirina mafên gelê Kurd di Destûra Nû ya Sûriyeyê de nîqaş kirin. Bi salan e gelê Kurd li benda vê roja dîrokî bû, bi vê yekê gaveke girîng hat avêtin û hemû hêzan yekîtiya xwe diyar kirin. Piştî konferansê, li gelek deveran gel daketin qadan û vê hewldanê bi tevî encamên wê, pîroz kirin.

‘Ewê bibe gavek dîrokî’

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif di konferansê de cîhê xwe girt. Foza Yûsif a ji ajansa me re axivî, bal kişand ser girîngiya konferansa yekrêziya Kurdî û wiha pê de çû: "Em vê konferansê li tevahî dayîkên şehîdan û jinên têkoşer her wiha parêzvanên gel YPJ'ê pîroz dikin. Ev konferans wê bibe gaveke dîrokî ji bo Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku li Sûriyeyê nîqaş der barê mafên gelê Kurd di Destûra Nû de tên kirin.”

'Bi yekrêziya Kurdan em ê cihê xwe di Sûriyeya nû de bigrin'

Foza Yûsif destnîşan kir ku bi yekîtiya Kurdan ewê bikaribin bêhtir cihê xwe di pêşeroja Sûriyeyê de bigrin. Foza Yûsif bal kişand ser girîngiya beşdariya ji çar perçeyên Kurdistanê û wiha got: “Ev konferans gava yekemîn e ku mafên me di pêşeroja Sûriyeyê de misoger dike. Her çar perçeyên Kurdistanê li Rojava kom bûne, ev ji bo me cîhê şanaziyê ye. Em hêvî dikin ku ev konferans bibe gavê yekemîn ê ber bi lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê ve. Ji bo parastina destkeftî û berhemên Şoreşa Rojava hewcedarî bi kedek mezin heye."

‘Ewê bandorek mezin li ser pêvajoyê bike’

Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Nesrîn Ebdullah jî nêrîn û çavdêriyên xwe bi ajansa me re parve kir û da zanîn ku yekrêziya Kurdî dê pêşeroja welatek demokratîk misoger bike. Fermandar Nesrîn got ku "Em kêliyên dîrokî bi kombûna hemû netew û hêzên Kurdî li rojavayê Kurdistanê dijîn. Ev jî dê bandorek mezin li ser pêvajoya niha bike.” Nesrîn Ebdullah destnîşan kir ku di konferansê de rola jinan zêdetir li pêş bûye û got ku ew jî bi pêşxistina nîqaşên ku hemû aliyan bi yekrêzî û biryarî tîne gel hev e.

'Parastina mafên jinan parastina yekrêziya gelê Kurd e'

Fermandar Nesrîn diyar kir ku ev yekrêziya Kurdî wê di pêşeroja welatekî demokratîk de xwedî rol û mîsyon be û derbarê konferansê de ev agahî dan: “Di vê yekrêziyê de biryara misogerkirina mafên gelê Kurd di destûreke demokratîk de hat girtin. Parastina mafên jinan di warê neteweyî de gelek girîng e, ji ber vê yekê ev xal di konferansê de hat nîqaşkirin. Parastina mafên jinan parastina yekrêziya gelê Kurd e. Em ê weke Yekîneyên Parastina Jinê her dem parêzvanên neteweya xwe bin û erkên dikevin ser milên me em ê pêk bînin."