Konferansa Kurd a li PE’yê bi dawî bû: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Di Konferansa Kurd a 19’emîn de bang li saziyên têkildar hate kirin ku ji bo ku di çareseriya girêkê de rola xwe bilîze divê Abdullah Ocalan serbest were berdan, Bakur û Rojhilatê Sûriye were naskirin û PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

Navenda Nûçeyan – Konferansa 19'emîn a Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd ku li paytexta Belçîka Brukselê li Parlamenta Ewropayê (PE) hat lidarxistin, di roja 2'emîn de bi dawî bû. Panela pêncemîn û ya dawî ya konferansê bi sernavê “Teşwîqkirina demokrasiyê û avakirina pêşerojê” bi moderatoriya Delal Aydin destp ê kir.
Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd
Ewilî ji Enstituya Tundiya Malbatî, Ol û Koçberan Şîlan Fuad Hisên mafê axaftinê girt û got ku jin dixwazin pêşeroja xwe bi xwe tayîn bikin. Şîlan Fuad Hisên diyar kir ku Têkoşîna Azadiyê ya Jinên Kurd bi têkoşîna femînîzmê re bûye yek û karekterekî gerdûnî qezenc kiriye û got ku bi saya tevgera jinan çav û guhê hemû cîhanê li Rojava ye. Şîlan Fuad Hisên wiha got: “Jin li Rojava li dijî zîhniyeta baviksalarî derketin. Li gorî sîstema ku ava kirin, ji komê herî biçûk heta meclîsa herî mezin hevserokek jin û hevserokek mêr heye. Ev dihêle ku jin rolekî rast bilîzin. Tevgera jin li girtîgehên Amedê, li Rojava, li qadên gerîla derketiye holê.
‘Bêyî jinan demokrasî ne pêkan e’
Jin li Başûrê Kurdistanê li dijî têgihiştina feodal têkoşiyan. Bêyî jinan demokrasî pêkan nîne. Di qada gerdûnî de demokrasî paş dikeve. Têkoşîna jinan rêya têkoşînên cuda ronî dike.”
Ji Komîteya Têkîliyên Derve ya Kongeraya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç jî wiha got: “Divê em li dijî şer û rejîmên otorîter demokrasiyê teşwîq bikin. Eger em qala demokrasiyê dikin, divê demokrasiyê biparêzin. Eger em qala hêviyê bikin, girîng e ku em li siyaseta Kurd binêrin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku di 27’ê Sibatê de banga xwe kir, xitabî her kesî kir. Li vê derê derfetekî girîng heye. Divê em vê derfetê bikarbînin. Dem hatiye ku gelê Kurd çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Em divê bibin aktorên vê guhertinê. Ji dîktatoran daxwaza demokrasiyê kirin, kêrî ti tiştî nayê. Pêwîstiya Trump an jî Erdogan bi demokrasiyê tine ye. Pêwîstiya gel bi demokrasiyê heye. Ji ber vê yekê divê berpirsyariya ku dikeve ser me bi cih bînin. Di nava Tirkiyeyê de gelek pirsgirêk heye. Rûbirûyê rejîmê totalîter in. Banga Ocalan hêvî da ku ji bo ku Kurd serkêşiya vê pêvajoyê bikin.”
Encama dawî
Konferans piştî navbera kurt ji bo parvekirina encama dawî kom bû. Encama dawî ji aliyê Dersim Dagdeviren ve hate parvekirin.
Di biryarê de hate destnîşankirin ku li cîhanê şer û nediyariyên siyasî zêde bûne. Di biryarê de hate bibîrxistin ku li Tirkiyeyê ji bo çareseriya meseleya Kurd gavên girîng têne avêtin û wiha hate gotin: “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Siyasî yê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir, ne tenê ji bo Tirkiye, ji bo tevahiya herêmê ji bo çareserkirina girêkê derfetekî bêhempa pêşkêş dike. PKK bi awayekî lez bi ragihandina agirbesta yek alî bersiv da vê bangê. Niha tişta ku divê were kirin ew e ku bingehên hiqûqî û siyasî ku vê pêvajoyê bigihîne aşitiyekî mayinde, were avakirin. Daxilkirina Ocalan ji bo pêvajoya aşitiyê û ji bo serkeftina pêvajoyê xwedî girîngiyekî mezin e.”
Di biryarê de ev daxwaz cih girtin:
*Rawestandina êrîşên Tirkiyeyê yên li Bakurê Sûriye û Herêma Kurdistanê ya Iraqê ku tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.
*Bidawîkirina pêkanînên qeyûm.
*Ji bo pêşvebirina pêvajoya hatî destpêkirin, demildest girtina tedbîrên siyasî û hiqûqî.
*Pêkanîna azadiya Abdullah Ocalan ku ji bo ku rola xwe bi awayekî guncaw bi cih bîne mecbûrî ye.
*Di biryarê de ev bang li Yekîtiya Ewropayê û saziyên wî û bi taybet Konseya Ewropayê hate kirin.
*Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî unsûrê demokratîk a jêneger a Sûriyeya yekbûyî û piralî were naskirin û xurtkirin,
*Demildest pêkanîna biryarên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di doza Abdullah Ocalan de girtiye.
*Bikaranîna hemû mekanîzmayan ji bo xurtkirina pêvajoya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û demokratîkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn.
*Ji bo ji pêvajoya berdewam a aşitiyê re peyamekî erênî were dayîn, derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya terorê.