Konferansa Aştî û Demokrasiyê di roja duyemîn de berdewam dike
Konferansa Aştî û Demokrasiyê ku li paytexta Elmanya Berlînê tê lidarxistin, bi panela bi sernavê "Qirkirina civakî, qirkirina jinê û qirkirina ekolojiyê" di roja duyemîn de berdewam dike.
Navenda Nûçeyan- Konferansa Aşitî, Dîyalog û Demokrasiyê li eywana Mercure Hotelf a li Berlînê bi bejdariye gelek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan û siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê akademîsyen, rojnamevan, siyasetmedar û entellektûelên ji Tirkiyeyê dûh destpêkirî, bi panela bi sernavê ‘Qirkirina civakî, qirkirina jinê û qirkirina ekolojiyê’ di roja duyemîn de berdewan dike.
Di panela bi pêşkêşiya rojnamevan Ertûgrûl Mavî de, rojnamevan û aktîvîsta Jineolojiyê Elîf Kaya, Dr. Latîfe Akyuz û Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Necmettîn Turk işaret bi mijarên girîng kirin.
‘Jin ji nedîtî ve hatiye’
Elîf Kaya destpêkê axivî û bal kişand ser mijara qirkirina jinê û wiha got: “Qirkirina jinê mijareke ku demeke dirêj e nehatiye pênasekirin û ji ber vê yekê jî jinedîtî ve hatiye. Bi taybetî ev pêvajo bandora herî giran li jinên Kurd dike."
Elîf Kaya ragihand ku polîtîkayên otorîter ên li Tirkiyeyê zexta li entelektûelan û jinan zêde kirine û bi dayina mînakên dîrokî nîşan da bedena jinê di şer de çawa weke amûrekê tê bikaranîn û wiha got: “Bûyerên ku di sala 1938'an de li Dersimê qewimîn û sala 2015'an bi gerîla Ekîn Wan hate kirin, nîşan didin ku bedena jinê ji bo afirandina tirsê û kûrkirina hişê qirkirinê çawa tê bikaranîn.”
Qirkirina ekolojîk û çandê
Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Necmettîn Turk jî anî ziman ku tinekirina ekosîstemê êrişek li ser hebûna çandî ya gelê Kurd e û got: “Polîtîkayên dewletên mêtinger ên li Kurdistanê yên ji bo tinekirina ekosîstemê, weke amûrek ji bo qirkirina çandî têne bikaranîn. Projeya GAP'ê û projeyên bendavan ne tenê xwezayê qir dike, her wiha êrîşek li ser çand û jiyana gel e. Qirkirina ekolojîk divê weke sûcekî li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin. Ev yek ne tenê hilweşîna hawirdorê, di heman demê de veguheriye binpêkirineke mafên mirovan a ku avaniya civakî û çandî ya herêmê tine dike.”
‘Koç tinekirina hişê civakê ye’
Dr. Latîfe Akyuz jî bal kişand ser bandora koça entelektûel a ji Tirkiyeyê ya li ser civakê û got: “Polîtîkayên otorîter ên piştî sala 2016'an li Tirkiyeyê ketin meriyetê, gelek entelektûelên mîna akademîsyenên aştiyê neçar hiştin ku koç bikin. Ev rewş ne tenê koça şexsî ye, di heman demê de tê wateya tinekirina hişê civakî û çandî. Ev pêvajo weke 'qirkirina civakî' dikare bê pênasekirin. Sirgûnkirina akademîsyen û entelektûelan ji bo tinekirina danheviya dîrokê û agahiya civakî ye.”