‘Li Îranê jinên girtî di her şertî de têkoşîna xwe didomînin’
Parêzvana mafên jin û zarokan Perwîn Azad bal kişand ser têkoşîna girtiyên jin ên li Îranê got: “Jinên Îranê li dijî hemû zextan têkoşîna xwe di her şertan de berdewam dikin” û diyar kir ku divê bi yekitiyê çalakiyên protestoyî berfireh bibin.
MUJDE KIRMANŞANÎ
Navenda Nûçeyan- Li Îranê bi serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’re bi deh hezaran mirov daketin qadan û ji bo azadiyê qêriyan. Têkoşîna ku bi pêşengiya jinan dest pê kir, bi hezaran kes beşdar bûn. Di xwepêşandanan de bi sedan kes hatin girtin û îşkence dîtin, hatin qetilkirin û darvekirin, bi vî awayî hewl dan di nava civakê de tirs û zextê zêde bikin. Dewleta Îranê di destpêkê de cezayê darvekirinê yê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û aktivîsta mafên karkeran Şerîfe Muhammedî birî, hewl dide vê yekê bi civakê bide hezimkirin.
Parêzvana mafên jin û zarokan Perwîn Azad der barê zextên Komara Îslamî ya Îranê li hemberî jinan û têkoşîna jinan a li dijî van zextan ji ajansa me re nirxandin kir.
Perwîn Azad diyar kir ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê zextên li dijî jinan her roja diçe zêde dibin û wiha got: “Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî li Tahranê ji aliyê polîsên exlaq ve dest pê kir, bi pêşengiya jinan pêk hat. Jixwe zextên heyî bi destpêkirina şoreşê re zêdetir bûn. Rejîma Îranê ji bo ku di nava gel û jinan de tirsê belav bike, darvekirin, îşkence, girtin û gelek rêbazê zextên xistine meriyetê. Tevî zextên dijwar, gel û bi taybetî jin têkoşîna xwe berdewam dikin.”
‘Xwepêşandanên jinan îsrara di têkoşînê de nîşan dide’
Perwîn Azad bal kişand ser têkoşîna jinên li girtîgehan û wiha domand: “Li girtîgehên cuda yên bajarên Îranê xwepêşandanên ‘Na ji darvekirinê’ re hatin lidarxistin. Van xwepêşandanan piştî Reza Rasaei ya 35 salî ku piştî têkoşîna ‘Jin Jiyan Azadî’ hat girtin, hat darvekirin dest pê kirin. Bi xwepêşandanên ku hatine destpêkirin, jinan biryardariya xwe ya di têkoşînê de nîşan da. Ji bo rizgariya ji vê sîstema dîktator ji derveyî hilweşîna vê rejîmê tu riyeke din nîn e û heta ev rejîm hebe wê zext, darvekirin, êriş hebe.”
‘Girtiyên ku cezayê darvekirinê girtin nikarin parastina xwe bikin’
Perwîn Azad anî ziman ku Pexşîn Ezîzî û Werîşe Muradî jî di nav de 15 girtiyên ku darvekirina Reza Rasaei şermezar kirin qedexeya telefon, qedexeya hevdîtina bi parêzer û cezayên cuda li wan hat birîn û wiha got: “Girtiyên jin ên ku der barê wan de cezayê darvekirinê hat dayîn ji ber qedexeya hevdîtina bi parêzeran re, nikarin dozên xwe biparêzin. Ev rewş dibe sedem ku ew zêdetir rastî înfazê werin. Jin ji bo berteka li dijî van zextan hem di nava girtîgehê hem jî ji derve çalakiyan dikin. Girtî di hindir de têkoşîna xwe berdewam dikin, malbat jî li derve kom dibin bi dirûşman piştevaniyê didin xizmên xwe yên girtî.”
‘Jinan li dijî zext û îşkenceyê çalakiyan li dar xist’
Perwîn Azad bal kişand ser êriş û tecawiza li hemberî jinên girtî û wiha got: “Nergîs Mohammedî di pirtûka nivîsî de balê dikşîne ser êrişên zayendî û tecawiza li girtîgehan. Piştî şoreşê, rejîma Îranê li ser jinên girtî yên di bin îşkenceyê de îtirafkariyê ferz dike. Di vê demê de her wayê zext, tecawiz û êrişên zayendî hatin pêkanîn. Jinên girtî piştî şoreşa ‘Serhildana Aban 98-Mijdara 2021’ê û ‘Jin Jiyan Azadî’ her dem piştevanî dan malbatên ku zarokên wan hatin qetilkirin. Di hundir de û ji derve jinan ji têkoşînê tu caran gav şûnde navêt. Jin gihîştin wê asta siyasî ya pêşketî, pirgirêkên aborî, ferzkirina hîcabê û zext û îşkence di nav de di mijarên cuda de bi çalakiyên ku li dar dixin dengê xwe didin bihîstin. Hemşîre, kesên teqawîd, mamoste, beşên cuda yên civakê, bi taybetî jinên ku ji her demê zêdetir di bin zextê de mane divê bi aqilê hevpar û yekitî protestoyan berfireh bikin.”
‘Divê li hemberî têkoşîna jinên girtî rêzdarî hebe’
Perwîn Azad di dawiya axaftina xwe wiha got: “Divê li hemberî têkoşîna jinên girtî rêzdarî hebe. Li dijî hemû zextan di her şertan de têkoşîna xwe berdewam dikin. Hê jî li hemberî şertên zehmet ên girtîgehê yên weke pirsgirêkên tendirustî, qedexeya hevdîtinê, îşkence û tecawizê têkoşînê didome. Em dizanin ku jin li girtîgehan di çi rewşê de ne lê belê tevî van hemû zehmetiyan dest ji têkoşînê bernedane û ne tenê ji bo civaka Îranê, ji bo dengê xwe bigihîjînin cîhanê têkoşîna xwe her roja diçe bilindtir dikin. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, partiyên siyasî, sazî û rêxistinên cuda di ferqa têkoşîna li dijî zextên li girtîgehê de ne. Jinên girtî ji bo berdana girtiyên siyasî, rawestandina cezayê darvekirinê, ji bo tedawîkirina girtiyên nexweş, ji bo peyam bidin hikumetan her roj xwepêşandanan li dar dixin. Jin her roj bi peyamên xwe, bi navê xwe û dengê xwe, daxwazên xwe tînin ziman.”https://youtu.be/-5leMGn55Rw