Komxebata jinên ciwan a Mexmûrê bi encamnameyê bi dawî bû

Komxebata dibin pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan û Akademiya Şehîd Jiyan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatibû destpê kirin, bi encamnameyê bi dawî bû.

Mexmûr – Komxebata bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan û Akademiya Şehîd Jiyan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku bi dirûşma ‘Bi Ruhê Sara û Bîşengan wê xwedawendên serdemê tecrîdê bişkînin Rêber Apo Azad Bikin’ hatibû destpêkirin, bi encamnameyê bi dawî bû.

Di roja yekem a komxebata ku du rojan berdewam kir de hersê zayînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin. Di roja duwem de jî girêdayî hersê zayînan guhertin û veguhertinên di civak, jin û mêr de pêkhatine, herwiha bi van zayînan û mîrasa avabûyî re asta jiyanê û li ser vê yekê erkên werin hilgirtin, hatin nîqaşkirin û nirxandin. Herwiha di dawiya komxebatê de nêrîn û pêşniyarên ji bo xurtkirina mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin girtin.

Komxebat bi xwendina encamname û dirûşmeyan bi dawî bû.

Encamname wiha ye:

“Rêber APO bi têkoşîna xwe ya 50 salî nirxê mirovahî bilind kir, hêz û îrade avakir û riya jiyana azad ji bo mirovahiyê vekir. Hîna di 7 saliya xwe de jiyana paşverû red dike û dest bi lêgerîna jiyana nû û civaka nû dike. Rêber APO dibêje; ‘Min civakbûna xwe bi xwe avakir û têkoşîna min li dijî kevneperestiyên civakê bû.’ Rêber APO di her kêliya jiyana xwe de derketinên mezin di kesayet û têkoşîna xwe de ava kiriye. Rêber APO di girava Îmralî de li hember şert û mercên tecrîdê yên giran vîn û hêzeke berxwedanê nîşandaye. Bi şoreşa zîhnî û sekna xwe ya dîrokî, kariye azadiya kes û civakê di nava hev de pêşbixe. Lewma azadiya Rêbertî bûye azadiya tevahî civakê.

Di vê mijarê de erka herî mezin dikeve ser milê jinên ciwan. Ji bo parastina nirxên civakê û destkeftiyên şoreşê, jinên ciwan bingeha civakbûnê ne. Di semînera ku li ser rola jinên ciwan hat rawestandin, girîngiya nasnameya jinên ciwan hat destgirtin. Wê jinên ciwan çawa xwedî li mirasa têkoşîne derbikevin, pirsgirêkên ku tên jiyan kirin emê çawa derbas bikin û wê çawa guhertin-veguhertina zîhnî biherikînin nava giştî jinên ciwan; Di çarçoveya van mijaran de giringî ji perwerde û rêxistinbûna jinên ciwan re hat dayîn.

Wek jin û jinên ciwan di vê komxebatê de nîqaşkirina asta têkoşîna azadiya jinê, asta xwe ya fêm kirina heqîqeta Rêber APO û destkeftiyên me di nav paradîgmaya demokratîk de, moral û kelecanek mezin da avakirin. Pirsgirêkên xwe parvekirin û çareseriyê di ramanên Rêber APO de dîtin destgirtinek nûjen di me de avakir. Bi vê coş û kelecana ku me ji komxebatê girtiye, emê têkoşîna xwe ya azadiyê bigihînin lûtkeya herî jor û azadiya fîzîkî ya Rêber APO mîsoger bikin.”

‘Armanca me xurtkirina xebatên ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Şîlan Bîlen a ku yek ji beşdarvanên komxebatê ye li ser armanca komxebatê axivî û wiha got: “Armanca me ya komxebatê xurtkirina xebatên ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo komxebatê sê mijar hatin diyarkirin. Mijara yekem; hersê zayînên Rêbertî, ya duwem; li ser van hersê zayînan rewşa jin, beriya rêxistina PKK’ê, piştî wê, rewşa niha û bandora ku sîstema dewletê li ser civaka me pêkaniyî. Ya sêyem jî; ew mîrasa ku Rêbertî ji me re hêlayî wek jinên ciwan me çawa karî hilgirin. Bi giştî nîqaşên me wisa derbazbûn.”

Şîlan Bîlen di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Girêdayî hersê mijaran nirxandinên xurtkirina xebatan hatin kirin. Di jimarek baş de tevlîbûn çêbû. Bivê yekê em dibînin jinên ciwan xwedî li ked û mîrasa ku Rêbertî pêşkêşî me kirî, derdikevin. Wê ev komxebat bibe wesîleya xurtkirina xebatên fîzîkî ya Rêbertî.”