Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) a bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi dewirgirtina koma 61’emîn û biryardarî didome.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmeha 2023’an de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 61’emîn û biryardarî didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 60’emîn Nurê Kara axivî.

‘Rêber Apo 25 girtîgehê veguherand azadiya ku sînoran derbas dike’

Nurê Kara diyar kir ku tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin di esasê xwe de li ser hemu mirovahiyê ye û got: “Rêber Apo 25 salin li Îmraliyê li dijî faşîzm û hêzên hegemonîk berxwedaneke bêhempa dide meşandin û bi paradîgmaya ku pêş xistibû, girtîgehê veguherand azadiya ku sînoran derbas dike. Asta azadiya fikrî û evîna heqîqetê ji xwe da destpêkirin û karî bide her jin, çîna bindest, ciwan, tevgerên civakî û her mirovên ku li dereke cîhanê liberxwe didin. Ne mêtîngerî, ne faşîzm û ne jî hegemonan nekarîn pêşiya azadiya ji Îmraliyê bilind dibe, bigirin.”

‘Fêmkirina Rêber Apo tê wateya avakirina paradîgmaya azadiya jinê’

Nurê di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Fêmkirina Rêber Apo tê wateya pêkanîna azadiya fîzîkî, avakirina paradîgmaya azadiya jinê û pûçkirina komploya navneteweyî ye. Pêwîste ev komploya ku li dijî şoreşa Kurdistanê pêk hatiye ku di esasê xwe de li dijî şoreşa jinê ye, divê bê fêmkirin ku ev tecrîd li dijî jinan tê pêkanîn û divê astê de bersiv were dayîn. Gelê Kurd, jinên Kurd û hêzên dij sîstemê li hemu cîhanê bi taybet li Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hertim çalakiyan lidardixin û ev çalakiyên dîrokî xwedî wateyek girînge. Lê ji bo em vê komploya herî berfireh a dîrokê bi temamî têk bibin divê em têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin”

Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma 61’emîn û dirûşmeyan dawî bû.