Komxebata diyalogê bi encamnameyekê bi dawî bû

Komxebata ku di çarçoveya kampanyaya ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re bi dirûşma “YPJ temsîla me ye” hat lidarxistin bi encamnameyekê bi dawî bû.

Hesekê – Kampanya “Em hemû YPJ ne” ku 26'ê Nîsanê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên li Rojavayê Kurdistanê ve ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hat destpêkirin. Di vê çarçoveyê de îro Kongra Star a kantona Hesekê û Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk û Hêzên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) komxebatek diyalogî li xwarîngeha Mişwar li dar xistin.

Di komxebatê de du mijarên sereke hatin destgirin. Mijara yekem bi sernavê “biryardayîna di dema zordariya olî û yasayî de” ji aliyê koordînasyona Kongar Star a kantona Hesekê Ala Îbrahîm û koordînatora Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Xilûd Ebdo ve hatin dayîn. Mijara duyemîn bi sernavê “Jin û Parastin” Ji aliyê endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Koçer ve hat pêşkêşkirin .

Piştî nîqaşên ku li ser girîngiya piştgiya bi YPJ’ê re hatin kirin, encamname ji aliyê endama Koordînasyona Kongar Star a kantona Hesekê Ala Îbrahîm ve hat xwendin .

Encamname wiha ye:

- Divê ku bendên destûrî yên zelal ku mafên tevahî jinan garantî dikin û beşdariya wan a siyasî, civakî û leşkerî bêyî cudahî diparêzin hebin.

- Misogerkirina temsîliyeta rastîn û dadwer a jinan di komîteyên nivîsandina destûrî û di hemû sazî û dezgehên biryardayînê yên dewletê de.

- Bi fermî naskirina rola jinên Sûriyeyê, têkoşîna wan û bedelên ku di parastina civakê û avakirina aştî û aramiyê de dane.

- Piştgirî û parastina destkeftiyên ku jinan di warên curbecur de bi dest xistine.

-Bilindkirina têkoşîna ji bo naskirina YPJ’ê li Sûriyeyê.

Em tekez dikin ku her destûr an pêvajoyeke siyasî ku mafên jinan û rola wan a rastîn nas neke dê nikaribe nûnertiya Sûriyeyiyan bike û dê dadmendî û demokrasiya tê xwstin bi dest nexe.

Komxebat bi dirûşma “YPJ hebûna me ye” bi dawî bû.