‘Komploya 15’ê Sibatê li dijî gelan û erdnîgariya Rojhilata Navîn e’
Berdevka TAJÊ Riham Hico a got “Rêber Apo nûnertiya gelên li Rojhilata Navîn dike” bal kişand ser kompoya navnetewî ya 15’ê Sibatê û got: “Komplo li dijî gelan û erdnîgariya Rojhilata Navîn pêk hat.”
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250212-11-02-2025-riham-hico-komplo-nerin-jpgeed2f0-image.jpg)
RONAHÎ ZERDEŞT
Şengal – Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployeke navnetewî de dîl hat girtin û radestî dewleta Tirk kirin. Ev 26 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye û li ber xwe dide. Dîlgirtina Abdullah Ocalan hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo jinan, hem jî ji bo herêm û hemû dinyayê bû destpêka serdemeke nû. Bi dîlgirtina Abdullah Ocalan pêvajoyeke nû dest pê kir ku Abdullah Ocalan vê pêvajoyê wek ‘destpêkirina Şerê Sêyemîn ê Cîhanê’ bi nav kir. Armanca sereke ya komployê di şexsê Abdullah Ocalan de tasfiyekirina tevgera azadiyê, pê ve girêdayî tunekirina fikir û felsefeya ku li ser azadiya jinan hatibû avakirin bû. Lê armanca hêzên komploger di encama berxwedana Abdullah Ocalan û gelê Kurd de negihîşt hedefê. Niha jî li çar parçeyên Kurdistanê û her derê dinyayê ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi temamî ji holerakirina komployê gelê Kurd û dostên xwe pêngava gerdûnî dane destpêkirin û ji bo vê yekê li ser piyan in.
Bi nêzikbûna salvegera komploya navneteweyî re, berdeveka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico ji ajansa me re axivî.
‘Komplo li dijî gelan û erdnîgariya Rojhilata Navîn pêk hat’
Riham Hico destpêkê komploya navnetewî şermezar kir û diyar kir ku komplo di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pêk hatiye. Riham Hico bi van gotinan behsa sedem û armanca komployê kir: “Hemû hêzên navnetewî cihê xwe di vê komployê de girtin û armanca komployê bi temamî li dijî gelên li Rojhilata Navîn bû, ji bo mudaxelekirina pêkhateyên cuda yên herêmê bû. Ger em binhêrin, piştî komployê ji aliyê hêzên hegemon ve, nijadperestî, şer, olperestî hat pêşxistin, gelan bi hev dan kuştin. Mînaka wê jî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an e. Beriya wê jî piştî hilweşîna Sedam şia û suniyan bi hev dan kuştin. Xwestin bi komployê re gelên Rojhilata Navîn bi hev re bidin şerkirin, bi hev bidin kuştin û ehlaqa civakê tune bikin.”
‘Komplo mudaxaleya Rojhilata Navîn bû’
Riham Hico got “Îro hêzên hegemon gelên li Rojhilata Navîn ji cewhera wan derxistine, ji nirxên wan dûr xistine û bê pîvan hiştine” û wiha pêl da axaftina xwe: “Sedema duyemîn a komployê jî, mudaxeleya erdnîgariya Rojhilata Navîn bû. Mînak piştî komployê mudaxeleyê li Iraqê kirin, çend sal piştî wê jî mudaxeleyî Sûriyê kirin. Şerê li Filîstînê kûrtir bû, kaosa li Tirkiyê kûrtir bû. Dewleta Tirk tevî ku şirîkê komployê ye jî, di nava qeyraneke dijwar de ye. Hêzên komploger xwestin bi komployê, hem mudaxele li gelên herêmê bikin, hem jî mudaxeleyî dewletên herêmê bikin. Bi taybetî ev komplo li dijî gelê Kurd pêk hat. Ji bo gelê Kurd negihîje heqê xwe û azadiya xwe, ev komplo hat pêşxistin. Rast e Rêber Apo wek kesayek hat dîlgirtin, lê kesayeta Rêber Apo kesayeta temsîla Rojhilata Navîn û gelên herêmê dike.
Armanca komployê, têkbirina civak, çand, hebûn û nasnameya gelên li Rojhilata Navîn bû. Bi dîlgirtina Rêber Apo re hinek dewletên herêmê ruxmê ku dîktator û desthilatdar bûn, li dijî hêzên hegemon tawîz nedidan. Beriya komployê hinek dewletên herêmê bê şer û pevçûn teslîmî hêzên hegemon bûbûn, lê hinek dewletên wek Îraq û Sûriyê, teslîm nebûbûn. Ji ber vê yekê mudaxeleyên eskerî, siyasî, aborî û wekî din li dijî wan hatin kirin. Niha Îranê jî anîne ber kaosê, bi kuştina Qasim Silêmanî re, piştre bi tunekirina Hemasê re, bi qelskirina Hizbullah û hilweşandina hikûmeta Esad re, Îranê tengav kirin û xistin çemberê. Hemû şerên ku niha li Rojhilata Navîn diqewimin yek ji wan jî ji komployê ne cuda ye, bi komploya li ser Rêber Apo ve girêdayî ye. Yanî komplo li dijî gelên Rojhilata Navîn û erdnîgariya Rojhilata Navîn pêk hat.”
Pergala neteweya demokratîk
Berdevka TAJÊ Riham Hico bal kişand ser tecrîda ku 26 sal in li ser Abdullah Ocalan tê meşandin û ev nirxandin kir: “Tecrîda ku niha li ser Rêber Apo tê meşandin di heman demê de li ser jinan û civakê jî tê meşandin. Rêber Apo girîngî dabe çi, hêzên komploger êrîşî wî tiştî kirine. Rêber Apo girîngî dide jinan êrîşî jinan dikin, girîngî dide çand û civakê êrîşê civakê dikin. Projeya Rêber Apo ya neteweya demokratîk hemû ol, bawerî û civakên cuda digre nava xwe. Rêber Apo jixwe di parêznameya xwe de gotibû projeya min a azadiya jinan nîvco maye û divê jin vê projeyê temam bikin. Ji ber vê yekê êrîşeke pir mezin û dijwar li ser jinan heye, roj nîne ku jin neyên qetilkirin û rastî tundiyê neyên. Jin ji bo çi tên hedefgirtin? Ji ber ên ku li hemberî desthilatdariyê radibin û têdikoşin jin in. Hêzên desthilatdar û hegemon ji bo li Rojhilata Navîn astengkirina avakirina pergala neteweya demokratîk, her tiştî dikin.
‘Jin Jiyan Azadî li cîhanê deng veda’
Îro felsefeya Jin Jiyan Azadî li her derê cîhanê deng vedaye û gihîştiye asta herî bilind a têkoşînê. Êdî desthilatdar jî tevî ewqas êrîşan nikarin pêşiya vê felsefe û têkoşînê bigrin. Ji çar parçeyên Kurdistanê heta her derê cîhanê jin ji neheqiyê re dibêjin na, dibêjin em serî ji koletî û êrîşan re natewînin. Ev tişt ji ber xwe ve çênebû. Ger îro jin serî radikin, ger îro civak ji desthilatdarî û zilmê natirsin û li ber xwe didin, ger îro di dilê her mirovek de tirsa dewletan hatibe tunekirin, ev bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Civak bûne xwedî îrade. Îro Rêber Apo bi projeya xwe ya neteweya demokratîk ku di nav çar dîwaran de bi pêş xist, di navbera civakan de hezkirinê çêkir. Îro Rêber Apo di nava çar dîwaran de ye lê gelên cuda yên li Rojhilata Navîn dijîn li dora pergala neteweya demokratîk li ber xwe didin û bi hev re li dijî êrîşan têdikoşin û bi hev re dijîn. Îro li her derê civak bi fikir û felsefeya Rêber Apo têdikoşin û ji bo azadiyê bang dikin.”
‘Bi saya fikrên Rêber Apo jin bûn xwedî hêzeke mezin’
Di berdewama axaftina xwe de Riham Hico bal kişand ser bandora fikir û felsefeya Abdullah Ocalan a li ser jinan û civaka Êzidî û wiha pê de çû: “Niha em fermanê bigrin dest, bandoreke gelek diyarker hatiye avakirin. Roja fermanê ger jinên Êzidî xwedî fikir û felsefe bûna, dê ferman pêk nehata. Jinan nizanibûn rêbaza xweparastin û xwerizgarkirinê çawa ye lê îro bi fikir û felsefeya Rêber Apo jinên Êzidî hêza xwe ya xweparastinê ava kirin. Ev bandora fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo li Şengalê tevgereke jinan hatiye avakirin, TAJÊ hat avakirin. TAJÊ tenê tevgereke jinên Êzidî nîne, tevgera hemû jinên Şengalê ye. Di dîroka civaka Êzidî de cara yekem rêxistineke jinan a xwedî îrade û rêxistinkirî derdikeve hole. Îro li Şengalê TAJÊ pêşengî ji şoreşa jinan û civaka Şengalê re dike. Di nav şoreşa gel de şoreşa jinan hatiye avakirin. Dibe ku ev şoreş ji ber êrîş, paşverûtiya di nav civakê de, ji ber polîtîka û siyasetên qirêj hêdî hêdî bi pêş dikeve, lê guhertinên bingehîn di nava civakê de çêkirine. Niha jinên Êzidî di bin sîwana TAJÊ de rojane diqîrin û dibêjin ‘em dagirkeriyê qebûl nakin, em qirkirinê qebûl nakin, em desthilatdariyê qebûl nakin, em peymana 9’ê Cotmehê qebûl nakin’ û her wekî din. Îro jinên Êzidî bi saya fikir û felseya Rêber Apo pir ji xwe bawer, bi îradeya xwe li dijî her êrîşan disekinin û têdikoşin. Îrade û sekna ku îro roj bi jinên Êzidî de derketiye holê bi saya Rêber Apo ye. Ji jinên bê îrade û bê hêz îro roj bi felsefeya Rêber Apo jinên herî xurt û bi îrade hene.”
Armanca pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’
Riham Hico di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ ku di 26’ê Çileyê de hatibû destpêkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca me bi vê pêngavê ew bû ku em Rêber Apo baş nas bikin û fikr û ramanên wî bizanibin, li dora fikrên wî xwe bi pêş bixin û perwerde bibin. Em çiqas Rêber Apo û fikrên wî nas bikin em ê ewqas xwe bi pêş bixin û rêxistinbûna xwe xurt bikin. Ji bo vê me pêngavek bi vî rengî da pêşiya xwe. Çiqas em vî fikrî nas bikin em ê ewqas azad bibin. Fikrên Rêber Apo ji bo hemû jinan û her civakê ne. Her kes dikare xwe di wan de bibîne û azad bike. Dikare xwe nas bike. Ji bo vê em bang li her kesê, bi taybetî jinên Êzidî dikin ku fikir û felsefeya Rêber Apo bixwînin û xwe azad bikin. Ji niha û pê ve jî em ê li her derê Îraqê fikir û felsefeya Rêber Apo belav bikin.”