Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star dest bi dewreyeke perwerdeyê kir
Bi armanca pêşxistina hişmendiyê û avakirina kesayetên zana û bîrdozî Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a kantona Hesekê dewreyek perwerdeya girtî bi navê Şehîd Salihe Viyan ji 20 jinan re vekir.

Hesekê- Bi armanca pêşxistina hişmendiya jinan û xurtkirina rêxistinbûyîna jinan îro Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a kantona Hesekê dewreyek perwerdeya girtî bi navê Şehîd Salîhe Viyan ji 20 jin ku ji endam û rêveberiyên saziyên civaka sivîl, komîteyên Kongra Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) re li akademiya Şehîd Perwîn a bajarê Hesekê vekir.
Perwerde dê heyvekê berdewam bike, sîstema perwerdeyê ji porê dest pê dike, tevlibûna waneyan, xwendina pirtûkan, temaşekirina sînevîzyon li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Jiyana fermandarên jin ên şehîd û dayîna semîneran .Waneyên ku werin dayîn li ser girîngiya perwerde, çand û exlaq, şêwazê axaftinê, sîstem û birêxistinbûyîn, rexne û rexnedayîn, ruhê hevaltiyê, civaka xwezayî, nijadperestî, welat û welatparêzî, şerê taybet, jiyana Rêbertî, dîroka jinan, jin û malbat, zagonên jinan, Jinelojî, neteweya demokratîk, sîstema Kongra Star, sîstema hevserokatiyê, şerê gelê şoreşgerî, parastina rewa, komîn û meclis û hevjiyana azad e.
‘Jiyana her kesayetek fermandar ji bo me mîrasek e em ê xebata xwe li ser bidomînin’
Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama koordînasyona Kongar Star a bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêraz Hemo tekez kir ku perwerde ji bo pêşxistin, rêxistinbûyîn û avakirina kesayetên azad û demokratîk esas e û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em bi rêzdarî têkoşer û fermandar Salîhe Viyan bi bîr tînin. Şehîd Salîhe yek ji fermandarên jin ên ku ji bo azadiya jinan kar û xebatê her wiha têkoşînek mezin da meşandin. Têkoşîna wê li ser esasê perwerdekirina civakê bi felsefeya jin jiyan azadî û avakirina civakek azad û exlaq meşiya. Jiyana her kesayetek fermandar ji bo me mîraseke ku em xwe dispêrin wê û şopa wê berdewam dikin, bêguman destkeftî û rêxistinbûyîna jinan bi ked û fedakariya jinên têkoşer hatiye bidestxistin û ev yek berpirsyariyek mezin e ku em xwedî lê derkevin û biparêzin.”
‘Li hemberî siyasetên qirkirinê perwerde girîng e’
Şîraz Hemo bal kişand ser komkujiyên ku li ser civaka Elewî pêk hatine û got: “Perwerde ji bo rêxistinbûyîn û avakirina kesayetên zana esas e, îro em dibînin ku çawa civaka Elewî rastî qetîlamê hatin. Lê em dibînin ku pêwistiya wan bi perwerde û rêxistinbûyînê hebe ger ew gav bavêjin ew ê bikaribin li ser lingên xwe bisekinin û xwe û civaka xwe ji siyasetên qirkirinê biparêzin. Ji bo wê pêvajoya ku Sûriye tevahî tê de derbas dibe pêwistiya wê bi fikreke azad heye ku li ser xwe perwerde bikin û zana bikin. Îro hişmendiya ku hikûmeta demkî dixwaze li ser gelê Sûriyeyê ferz bike hişmendiyek xetere û pêwist e her jinek xwe li gorî wê perwerde bike û xwe birêxistin bike.”
‘Perwerde ji bo her jinekî şans e’
Paşê endama Komîteya Perwerdeyê a Kongra Star Rîhab Cico vekirina dewreya perwerde pîroz kir û wiha anî ziman: “Rêber Apo dibêje “perwerde, perwerde, perwerde “her kes pêwistiya wî bi perwerdeyê heye û çiqas mirov tevlî perwerdeyan bibe gaveke serkeftî davêje û zana dibe. Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ger me xwe birêxistin û perwerde nekiribe em ê nikaribin ewqas gavên girîng û serkeftî bavêjin. Em bi hêvî ne her jinek li vê derê xwe baş perwerde bike û xwedî li vî şansî derkeve da ku em bikaribin civaka xwe zane û perwerde bikin.”
‘Perwerda hêz îrade û zanebûnê ava dike’
Endama Komîteya Tenduristiyê ya navçeya Zirganê Mîliya Silêman da zanîn ku armanca wan ji tevlibûna perwerdeyê ku ji êrîşên qirkirin û tunekirinê bibin bersiv û wiha got: “Ev ne cara yekê ye em tevli perwerdeya dibin û ne ya dawî ye jî. Hebûna me li Zirganê berxwedaniyek mezin e . Ji ber ku em baş dizanin çi siyaset li ser gelê me tê meşandin lewma em ê bi zanebûn û fikra xwe ya azad bibin bersiv û planên qirkirin û helandinê têk bibin.”
‘Naskirina dîroka jinan esasê berdewamkirina riya jiyana azad e’
Hevseroka meclisa navçeya Hesekê Riweyda Ehmed destnîşan kir ku di riya perwedeyê de mirov dikare karê xwe bi rêk û pêk bide meşandin û wiha got: “Perwedeya me zengîn e em ê tê de rastî jin û dîroka wê bizanibin. Ev yek ji bo me pir girîng û hesas e ji ber ku naskirina dîrokê rê li ber berdewamkirina jiyanê vedike da ku em bikaribin pêşerojek azad bidin avakirin.”
‘Bi riya perwerdeyan dê jin vegerin cewhera xwe û civakê bi xwe re sererast bikin’
Komîsyona waneya yekemîn a Girîngiya Perwerdeyê û endama koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Nahîd Silêman tekez kir ku perwerde nûkirin û avakirin e û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Her çiqas mirov ji xwe bawer be lê pêwistiya wî bi perwerdeyan heye ji ber ku perwerde nûkirin û avakirin e. Perwerde bi taybetî ji bo jinan girîng e ji ber ku gelek siyaset di şexsê jinan de li ser civakê hatiye meşandin û rastiya wê dane berovajîkirin lewma bi perwerdekirina jinan em ê bikaribin rastiya jinan bidin nasîn û li hemberî siyastên kolekirin ûqirkirinê bisekinin. Naskirin û kûrkirina di fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pir girîng e ew ê jî bi riya perwerdeyê were pêkanîn da ku jin vegere jinbûyîna xwe ya rast û civakê jî bide sererastkirin.”