Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê ya Aştiyê ya Jinan hat damezrandin
Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye bi daxuyaniyek avakirina Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê ya Aştiyê ragihand. Bang li hemû jinan hat kirin ku vê pêvajoyê bi wan re bişopînin û di her qonaxê de tevlî xebatên komîsyonê bibin.
Navenda Nûçeyan – Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye li avahiya Komeleya Dema Jinan a li navçeya Beyogluya Stenbolê ji bo ragihandina avakirina Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê ya Aştiyê ya Jinan civînek çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên saziyên jinan, aktivîstên TJA’yê, nûnerên partiyên siyasî û gelek jin tevlî civîne bûn. Metna Kurmancî ya daxuyaniyê endama Komîsyona Şopandinê ya Jinan a Aştiyê Derya Moray metna Tirkî ya daxuyaniyê jî endama Komîsyonê Fatma Gok xwend.
‘Pêwîstî bi aştiyeke mayînde heye’
Derya Moray diyar kir ku weke jinên ji bo aştiyê bi îsrar in, dest bi şopandin û çavdêriya pêvajoya ber bi aştiyeke mayînde ve dikin û got: “Berê jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hewldan hatine kirin. Lê her dem, avakirina aştiyê hatiye astengkirin. Ji bo ku ev aştî kêm û nîvco nemîne em niha li vir in. Di vê çarçoveyê de em dipirsin; ‘aştiyeke çawa?’ Aştiyeke mayînde ne tenê rawestandina şer û çekan her wiha wêrekiya rûbirûbûna bi rabirdûyê re, eşkerekirina rastiyan, pêkanîna edaletê, pêşîlêgirtina dubarebûna tundiyê bi her awayî dihewîne. Aliyekî girîng ê vê yekê, naskirina şopên ku şer, koçberiya bi zorê û windahiyên di nava nifşan de hatine jiyîn li ser jiyana jinan hiştine. Di vê çarçoveyê de, em beşdariya jinan di pêvajoya aştiyê de û xwedîbûna wan a li deng û berpirsiyariyeke wekhev di nav mekanîzmayên biryardayînê de wekî pêdiviyek bingehîn û prensîbeke ku domdariya aştiyê diyar dike, dibînin.”
Wekheviya zayendî
Derya Moray bi bîr xist ku ji destpêkirina pêvajoyê ya di Cotmeha 2024’an de zêdetirî du sal di ser re derbas bûne û wiha axivî: “Di vê qonaxê de, em bawer dikin ku gavên hatine avêtin û yên nehatine avêtin ji bo aştiyeke mayînde, sozên hatine dayîn, astengiyên ku derketine pêş, zimanê siyasî yê hatiye bikaranîn û mekanîzmayên ku hatine avakirin divê ji perspektîfeke serbixwe bên şopandin. Perspektîfek ku destkeftiyên me jinan diparêze, armanca wê wekheviya zayendî ye û ji kontrola dewletê yan jî ji sazûmana siyasî dûr e. Bi salan e, hem ji mînakên li çar aliyên cîhanê hem jî ji tecrûbeyên xwe yên li vir em hîn bûne ku jin şer bi awayekî cuda dijîn. Di girtîgehan de, di nava xizaniya ku ji ber pevçûnan kûrtir bûye, li dijî tundiya mêran û îstîsmarkirina keda wan, di nav wêranbûna erdnîgariyê de û li ser riyên koçberiya bi darê zorê. Lê belê di pêvajoyên aştiyê de, ev tecrubeyên jinan tên paşguhkirin û nayên dîtin. Ji ber vê yekê, em dizanin ku hemû cureyên serdestî û newekheviyê bi taybetî jî serdestiya mêran dikarin li ser maseya danûstandinên aştiyê ji nû ve derkevin holê, an jî hêj xurttir bibin.”
‘Em damezrandina komîsyona xwe radigihînin’
Derya Moray destnîşan kir ku jinan di demên herî dijwar de jî tu carî dest ji têkoşîna ji bo aştiyê bernedane û ev yek anî ziman: “Me her dem tekez kiriye ku em ‘kirdeyên aştiyê’ ne. Îro, bi van tecrubeyan, hêza xwe û zanîna ku me bi demê re bi dest xistiye ve girê didin, em dixwazin çavdêriya vê pêvajoyê bikin. Armanca me ew e ku em siyasetan bi pêş bixin, piştrast bikin ku her gavek tê avêtin, ne tenê beşdarî pêvajoya ber bi aştiyeke mayînde ve dibe, di heman demê de divê wekheviya zayendî jî di rêza pêşîn de cih bigre, ne ku li paş bimîne. Piştî civîneke ku bi nêzî 100 jinan re ji rêxistin, sazî û pêkhateyên siyasî yên jinan û LGBTI+yiyan pêk hatibûn, me biryar da, em vê rêwîtiyê di bin navê ‘Komîsyona Çavdêrî û Şopandina Aştiyê ya Jinan’ de bidin destpêkirin. Bi vê daxuyaniyê, em damezrandina komîsyona xwe radigihînin. Em hê di destpêka vê riyê de ne. Karê me yê sereke dê ew be ku em çavdêriya pêkanîna yasaya çarçoveyî (Yasaya Bi Hejmara 7595’an) ya ku ji aliyê Parlamentoyê ve hatiye qebûlkirin bikin tevî hincetên wê û pêşniyarên ku di beşên 6 û 7’emîn ên rapora komîsyonê de cih digirin û her wiha çavdêriya gavên yasayî û siyasî yên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê bikin.”
Bang li jinan hat kirin
Derya Moray qala armanca sazkirina komîsyonê kir û wiha got: “Armanc ew e ku em van gavan, yasayên hatine derxistin û mekanîzmayên hatine avakirin tevî bandorên wan li ser jiyana rojane, astengiyên ku pê re rûbirû dimînin, kêmasiyên wan, tiştên ku nehatine kirin û tiştên nayên dîtin bi çavên jinan û bi tecrubeya têkoşîna azadiya jinan binirxînin, nêrînên xwe der barê van mijaran de bînin ziman. Em bawer dikin ku di her rewşek ku gavên pêwîst nayên avêtin de, pêwîst e mirov ji bo aştiyê zextê bike. Di vê pêvajoyê de, divê em bêdeng nemînin, berovajî vê, divê em hêj zêdetir dengê xwe bilind bikin. Em ê vê xebatê bi rêya rapor, serdan, şandeyên çavdêriyê, komîteyên pispor ên biçûk û rêbazên din ên ku bi awayekî kolektîf hatine pêşxistin, pêş ve bibin û em ê encamên xebatên xwe bi awayek periyodîk bi raya giştî re parve bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku vê pêvajoyê bi me re bişopînin û di her qonaxê de tevlî komîsyonê bibin. Werin em bi hev re ji bo avakirina aştiyeke wekhev û mayînde berpirsiyariyê biirin ser milê xwe. Ji kesên ku di pozîsyonên biryardanê de ne re dibêjin; em we dişopînin em jin, şopînerên pêvajoya aştiyê ne.”