Komeleya ‘Em Yek in’ li Lubnanê piştgirî dide mexdûrên şer

Seroka Komeleya ‘Em Yek in’ Suad Gharius diyar kir ku li hemberî têkçûna hikûmetê ku nikare hewcedariyên gelên başûrê Lubnanê bi cih bîne, bi pêşxistina projeyan hewl didin piştgiriyê bidin mexdûrên şer.

FADÎA JUMAA

Beyrûd- Sivîl li gund û bajarokên başûrê Lubnanê ji bilî karesat û zehmetiyên ku ji ber êrîşên vê dawiyê derketine, niha jî bi koçberiyê re rû bi rû ne. Seroka Komeleya ‘Em Yek in’ Suad Gharius hewl dide alîkariyê bide sivîlên ku li nêzî bajarokên pevçûn lê çêdibin dijîn û bi taybetî kesên ku ji cihê xwe bûne

Suad Gharius di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di sala 2015’an de serbest kar daye meşandin û piştre bi piştgiriya hevalên xwe alîkarî daye malmatên ku pêwîstiyên wan bi alîkariyê heye. Suad Gharius pêwajoya avabûna komeleyê  wiha anî ser ziman: “Di sala 2020’an de, piştî salekê min biryar da ku li Lubnanê li gorî qanûnên têkildar kar bikim, min belgeyên Komeleya ‘Em Yek in’ amade kir û ruhsat stend. Di vê pêvajoyê de xebatên min di çerçoveya peyanê de berdevam dikir. Ji ber ku hikûmetê ji ber krîza aborî zêdetir bac ji gel distend, ev yek bû sedema zêdetir zehmetiyên aborî di civakê de. Gelek malbat ketine bin sînorê feqîriyê.”

Zelalbûnê bawerî û alîkariyê zêde kir

Suad Gharius di berdevamiya axaftina xwe de got ku di destpêka avabûna komeleyê de kêmek bi tirs nêz bûye û wiha pê de çû: “Heya ku berhevkirin û belavkirina bexşan de şefafî û pêbaweriyê ji xêrxwazan re îsbat kir ev tirs derbas bû. Dema ku me baweriya wan qezenç kir hejmara bexşan zêde bû, zêdebûna zexîre û xebatên me hejmara malbatan jî zêde kir. Xêrxwaz piranî malbatên ku  bexşan dike bi min re dişopînin û bi wan re her dem di nav dnûstandinê de ne.” 

 ‘Jin di lîsteya alîkariyê de di rêza yekem de ne’

Suad Gharius diyar kir ku piştî şerê li Lubnanê dest pê kir û koçberiya ji gundên başûr berdewam kir, wan xebatên qadê kirine û wiha berdevam kir: “Ji ber têkçûn û kêmasiyên hikûmetê me çavdêriya pêdiviyên gel kir. Ji bilî pêwîstiyên stargeh û xurekê pêwîstiyên jin, zarok pîr, kesên xwedî pêwîstiyên taybet û nexweşan hebû. Diviyabû di demek pir kin de alîkarî bihata dayîn. Di şer û krîzan de herî zêde van koman dibin mexdûr. Ji ber ku gelek berpirsiyariyên wan hene jin di lîsteyê de di rêza yekem de ne. Ji ber vê yekê divê em destpêkê piştgiriyê bidin pêwîstiyên jinan. Ez difikirim ku dabeşkirina hinek alîkariyên ku wan dema ji cihê xwe bûne winda kirine dê wan rehettir û ewletir bike.”

Bi taybetî kesên ji cih û warên xwe bûne xizaniyê dijîn

Suad Gharius axaftina xwe wiha domand: “Di nav alîkariyan de malzemeyên paqijiyê yên jinan, paçên zarokan, toza şîr û hin dermanên bingehîn, ji bo kesên emir mezin jî pedên hîjyenê û dermanên taybet hene. Ji bo em alîkariya madî li malbatan bikin di mîktarekî de me pere kom kir. Bi taybetî piraniya kesên ku ji cih û warên xwe bûne ji ber derfetên aborî an diçin gel xizmên xwe an jî neçar dimînin ku mal kirê bikin.Ji ber fatureyê kireyê malan, av û kehrabe pir zêde ye û bi taybetî jî ji ber bê karbûna tê jiyîn nikarin perê van bidin û bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû tên.”

‘Em ê hewl bidin rewşa neyînî ya ji ber têkçûna hikumetê çêbûye telafî bikin’

Suad Gharius got, “Alîkariyên ku ji aliyê komeleyê ve tên komkirin dema pêdiviyên mezin ên ji cih û warê xwe bûyîn û nebûna rola sazî û hikûmetê li ber çavan tê girtin gelek kêm dimîne. Hinek bûyerên ku digihîjin me mudaxeleya wezaretê hewce dikin. Ji ber vê yekê malbat li gel ji cih û warê xwe bûnê bi gelek êşan re rû bi rû ne. Em dikaribûn alîkariyê bidin kesên ku piştî ji cih û warên xwe bûne şansê dîtinê wenda kirine, nexweşên pêşnçeşêrê û nexweşên diyarlîzê. Em ne serkeftîbûna hikumetê ku bi hin aloziyan ji parastina mirovan, piştgirîdayîna wan û mafên wan ên herî kêm pêkanînê jî direve telafî bikin.”