‘Ji bo parastina mafên kedkarên malê pêdîvî bi zagonê heye’
ji Komeleya Mafên Aborî û Civakî ya Misrê Aya Salem diyar kir ku ji bo mafên kedkarên malê pêwîstî bi sîwaneke zagonî heye û hem ji bo civakê û hem jî ji bo kedkarên malê bal kişand ser girîngiya lêkolînên hişyariyê.
ASMAA FATHI
Qahîre – Li gelek welatan jinên kedkarên malê beyî ewlehiya kar dişixulin. Jinên kedkarên malê ku keda wan tê îstismarkirin, ji ber karê ku li malê dikin, bi nexweşiyên pîşeyî yên ku bi wan re derdikevin dijîn. Komeleya Mafên Aborî û Civakî ya Misrê li Helwanê jî ji bo mafên civakî û aborî yên jinên kedkerên malê li Misrê dixebite. Ji rêveberên komeleyê Aya Salem pirsên ajansa me bersivandin û pirsgirêkên kedkarên malê û ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê çi bê kirin anî ser ziman.
* Girîngiya qada xebatê ya Komela Misrê ji bo Mafên Aborî û Civakî çi ye? Hûn ji komeleyên din cudatir çi çalakiyan dikin?
Komele destpêkê bi pirskirêk û mafê jinan re mijûl dibe. Di serî de mafê kedkarên malê em li ser gelek projeyan dixebitin. Em piştgirîya derûnî, civakî û aborî pêşkêşî xebatkarên malê dikin, her wiha bernameyên perwerdeyê yên li ser bazirganiya mirovan û mafên wan didin. Taybetmendiyek xwezayî ya vê grubê heye. Ji ber ku sîwana zagonê wan nagre nav xwe û ji ber vê sedemê her tim bi şêwazên cûr bi cûr mafên wan tê xwarin û tên xespkirin. Ji ber vê yekê di destpêkê de em bi kedkarên malê re dixebitin.
* Bajarê Helwanpir taybet e, li vir jin herî zêde kijan krîzê dijîn?
Li Helwanê jinan krîza ku herî zêde dijîn ewe ku civakek pir girtiye ji ber vê jî jin nikarin xwe îfade bikin. Ji bo vê jî dema jin bi binpêkirinan re rû bi rû dimîne nizane serî li ku derê bide. Jinan ji ber tirsa ‘demxe’ xwarinê hama bêje qet piştgirî naxwazin. Jinan bawer nakin ku serlêdanên wan weşartî bimînin. Ew jî dibe sedem ku xwe sînordar bikin û ji bo hin binpêkirinên ku li wan tên kirin li piştgiriyekê negerin an jî serî li darazê nedin
* Gelo zagon mafê jinên kedkarên malê dixe nav xwe?
Zagon jinên kedkarên malê û jinên cotkar naparêz e. Ji ber vê sedemê mafê wan ên aborî û civakî tê binpêkirin. Gelek kes rastî binpêkirinan tên. Heya ji me tê em hewil didin mafê wan ên aborî û civakî biparêzin. Le kedkarên malê ji ber karên dikin hurmetê mabînin. Ji ber ku bi xwediyê mala ku lê dixebite re peymana kar nîne, wek ‘xizmetkar’ tên dîtin. Me girîngî da ku li şûna ev peyva ku mirovan biçûk dixîne “kedkarên malê” were bikaranîn. Kedkarên malê pir rehet bi dizî an bi mijarek din ve tê sucdarkirin. Ji ber ku peymana kar nîne pêşeroja wan tê tunekirin.
* Kedkarên malê li hember binpêkirinan divê çawa were parastin?
Di projeya xwe ya dawî de, me armanc kir ku em kedkarên malê di derbarê bazirganiya mirovan de agahdar bikin. Gelek jinên kedkarên malê rûxmê suc nekirine ketine girtîgehan. Divê qanûn û metnên ku mafên kedkarên malê misoger bikin hebin. Divê ewlehiya kar hebe ku bikaribe wan ji hêla civakî an tenduristî ve biparêze. Kedkerên malê ger ewlehiya kar hebin dikarin ji her cure îstismarkirinê, wek qaçaxçiya mirovan, bên parastin.
* Rêxistinên jinan ji bo kedkarên malê çi rol dilîzin? Ji bo pêşerojê çi planên we hene?
Xebatên hişyariyê hem ji bo civakê hem jî ji bo kedkarên malê pir girîng e. Ji ber ku divê agahiya wan ji mafê wan hebe. Bi riya projeyan dikare piştgiriya derûnî û aborî were dayîn. Xebata weqfê îsal ew e ku di nav zanîngehê de kampanyayên hişyariyê yên derbarê mafên kedkarên malê de xurt bike. Me di nava weqfê de ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê yekîneyeke nû ava kir. Em ji kesên ku pêdiviya wan bi piştgiriyê heye serlêdanan distînin, hewcedariyên wan tespît dikin û li gorî wê xizmetê pêşkêş dikin.